Konseya Rêveber a KNK’ê bi bi boneya salvegera 31’ê ya komkujiya Helebceyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, “Divê em bizanin, di 31’emîn salvegera komkujiya Helebceyê de heman tehlûke di rojevê de ye. Ji bo Helepceyên nû çênebin, divê Hêzên Siyasî û Parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hev re xwedî li Kurdistanê derkevin.”

Konseya Rêveber a KNK’ê di daxuyaniyê de bi bîr xist ku hêzên rejîma dagirker a Iraqê 16’ê Adara 1988’an bi çekên kîmyewî û jehrê komkujiyeke mezin li xelkê sivîl ê Helebceyê kiriye: “Di encamê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîrên bê guneh kirine gorî û qurbanî û ev mirov şehîd bûn.”

KNK’ê da zanîn ku kîmyabarankirina Helebceyê xelekek ji zincîra tawanên siyaseta qirrkirinê bi destê rejîma Baesa Sedam bû li Başûrê Kurdistanê, ku li deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalê dest pê kiribû.

KNK’ê piştî ku behsa enfala bû sersebebê qetla 182 hezar xelkê sivîl û wêrankirina 4 hezar gundan kir, komkujiya li Helebce weke yek ji gunehên herî mezin ên sedsala 20’an bi nav kir.

Hîna weke jenosîd nehatiye nasîn

KNK’ê ragihand, di sedsala derbasbûyî de gelek komkujiyên mezin li ser gelê Kurd pêk hatin û diyar kir, “Mixabin heya niha jî temamî komkujiyên li ser kurdan hatine kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên nêvdewletî nehatine dadgehkirin. Bê guman hewldan, kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatine kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatîne qebûl kirin û nebûne keysên siyasî.”

Konseya Rêveber a KNK’ê hişyarî da û got, “Bila herkes bizane, tehlûkeya komkujiyan li ser Kurdan derbas nebûye, kî çi dibêje, bila bibêje, ew tehlûke li çar parçeyên Kurdistanê dewam dike. Hîna doh bû li Şingalê li ser gelê me yê Êzîdî komkujî pêk anîn, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Sê sal pêş niha komkujiyeke mezin li Cizîra Bohta, salekê beriya niha jî li Efrînê pêk hat. Roja me ya îro jî operasyonên dewleta Tirk li deverên din ên Kurdistanê dewam dikin û bi xwe re komkujiyan jî tînin.

Bibin yek!

Weke dermanê vî derdî jî KNK vê pêşniyazê dike: “Divê em bizanin, di 31’emîn salvegera komkujiya Helebceyê de heman tehlûke di rojevê de ye. Ji bo Helepceyên nû çênebin, divê Hêzên Siyasî bi hev re tifaqê bikin, divê Hêzên Parastinê yên Kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hev re xwedî li Kurdistanê derkevin.

Ji nû ve avakirin, başkirina îmkanên jiyanê, dermankirina birînên hemî deverên komkujî, enfal û tewanên din lê hatin kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û exlaqî ye. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û exlaqî jî avadankirina Helebceyê ye û xweşkirina jiyana xelkê Helebceyê ye.

Em careke din di şexsê şehîdên Helebce û Enfalan da hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û bejna xwe li ber bibîranîna wan ditewînîn.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN