Rewşenbîr û nivîskarên ji Başûrê Kurdistanê Bûrhan Ahmet, Kosret Akcelal, Seyfettîn Sabir, Sîrwan Mûstafa, Sîrwan Sedayî bal kişand ser tehlûkeya hebûna leşkerên Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û diyar kirin ku hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê li hemberî gelê Kurd tehlûkeya komkujiyê ye. 

Bûrhan Ahmet da xuyakirin, ku ti feyda leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê nîne û destnîşan kir ku hebûna leşkerên Tirk li hemberî azadiya gelê Kurd tehlûkeyeke  mezin e. Ahmet got, "Em weke gelê Başûrê Kurdistanê ji hikûmetê dixwazin ku leşkerên Tirk derhal ji Başûrê Kurdistanê derxîne. Hiştina hêzeke bi vî rengî ya dagirker li vê derê, li hemberî gelê me tehlûkeya komkujiyê ye. Em vê bêdengiya rayedaran û dagirkirina Başûrê Kurdistanê bi vî rengî şermezar dikin. Pêwîstiya Kurdan ne bi leşkerên Tirk an jî leşkerekî dewleteke din, pêwîstiya Kurdan bi hêza xwe heye. Bi hêza xwe ya parastinê heye. Divê xaka Kurdistanê ji aliyê hêzên Kurd ve were parastin. Divê hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî zanibe, hebûna dewleta Tirk a li Başûr, ji bo siberoja Kurdan rewşeke gelekî xeter e.


Divê gerîla û pêşmerge 

bibin hêzek

Kosret Akcelal da xuyakirin ku dewleta Tirk ti carî nebû dostê Kurdan, timî dijminatî kir û got, "Leşkerên Tirk ên li Başûrê Kurdistanê bi cih bûne, hêzeke dagirker e. Peymanek hikûmeta Başûr di dema rejîma Baasê de îmze kir, hînê tê meşandin. Ew leşker di encama peymana wê demê de li vir in."

Akcelal diyar kir ku dewleta Tirk îro li Bakurê Kurdistanê komkujiyên li dijî mirovahiyê dike, lê mixabin cîhan li pêşberî vê bêdeng e û got, "Di heman demê de gundên li Başûrê Kurdistanê jî her roj bombe dike. Li Qendîlê sivîlan qetil dike. Berê rejîma Baas qetil dikir, niha jî dewleta Tirk qetil dike. Mixabin hikûmeta Başûrê Kurdistanê li pêşberî vê rewşê bêdeng e. Bi dehan zarko, jin li Qendîlê hatin qetilkirin. Pêşmerge û gerîla hene ku ji bo Kurdistanê şer dikin. Divê ew bibin hêzek. Û axa Kurdistanê ji dagirkeriya leşkerên Tirk rizgar bikin."


‘Li Başûr baregehên dagirkeriyê  ava kirine’

Seyfettîn Sabir da zanîn, ew hebûna dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê qebûl nakin û got, "Jixwe bi ti awayî ne meşrû ye. Artêşa Tirk ku li Başûrê Kurdistanê baregehên dagirkeriyê ava kirine, her roj bombeyan li Başûrê Kurdistanê dibarîne. Divê hebûna vê hêza xwe dispêre peymanên dema rejîma Baas, ji aliyê hikûmeta Iraqê û Başûrê Kurdistanê ve neyê qebûlkirin."

Sabir diyar kir, dewleta Tirk li şûna ku mafên gelê Kurd nas bike, tê li Başûrê Kurdistanê baregehan ava dike, bombeyan li gundên Başûr dibarîne”

Sabir diyar kir ku dewlata Tirk li dijî mirovahiyê sûc dike û wiha pêde çû: “Dewleta Tirk di heman demê de êrîşa li hemberî mafên serweriyê yên Başûrê Kurdistanê û Iraqê ye. Sînor binpê dike. Divê Iraq û Başûrê Kurdistanê li hemberî vê bêdeng nemînin. Helwesteke xurt nîşan bidin. Li şûna ku hebûna leşkerên Tirk a li Başûrê Kurdistanê bê qebûlkirin, divê parastina xaka Kurdistanê ji aliyê gerîla û pêşmerge ve esas were girtin."


‘Divê êdî dagirkerî bi dawî bibe’

Sîrwan Mûstafa jî bal kişand ser dagirkeriya dewleta Tirk a li ser axa Kurdistanê û got: "Divê êdî ev yek bi dawî bibe. Weke gelê Başûrê Kurdistanê me êşeke giran ji dagirkeriya Tirk, Ereb û Farsan kişand. Pêwîst e ev êdî biqede. Lewma hebûna leşkerên Tirk li Başûrê Kurdistanê tiştekî bê qebûlkirin nîne. Xwediyê vê xakê Kurd in. Dewleta Tirk jî hêzeke dagirker e. Ne tenê li Kurdistanê li Anatoliyê jî hêza dagirker e." Mûstafa da xuyakirin, ku divê Kurd berjewendiyên partî û rêxistinî deynin aliyekî û li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bidin.


‘Yên Kurdistanê dagir dikin ti carî nabin dost’

Sîrwan Sedayî destnîşan kir, ku dewleta Tirk di rêza destpêkê de dijminê gelê Kurd e û got, "Dewletên Fars û Ereb jî bi heman rengî dijminên Kurdan e. Yên Kurdistanê dagir dikin, ti carî nabin dost. Mayîndekirina baregehên leşkerî yên li Başûrê Kurdistanê, ne hezmkirina vê vîna Kurdan e. Lê Hikûmet û gel li pêşberî vê bêdeng e. Pêwîst e, ev neyê qebûlkirin.”

Sîrwan Sedayî diyar kir ku dewleta Tirk her roj li Başûrê Kurdistanê komkujiyan dike û wiha axivî: "Em ji rayedaran dixwazin ku leşkerên Tirk derhal ji Başûrê Kurdistanê derxînin. Divê li Başûrê Kurdistanê leşkerên Tirk nemînin. Hêzên me yên pêşmerge û gerîla hene. Eger pêwîstiya me bi parastinê hebe, ev hêz têrê dike. Dewleta Tirk, ne ji bo parastinê, ji bo qetilkirina Kurdan li vir e. Lewma li dijî vê yekê divê em dengê xwe bikin yek û bilind bikin." 


 ANF/KERKÛK





Dîsa gund topbaran kir


Balafirên şer ên artêşa Tirk pêr bi şev bombe li gundên Qendîlê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin.

Balafirên şer ên Tirk pêr şev di 02:15'an de heta saet 04:00'an bombe li gundên Qendîlê Xobyan, Enzê, Suredê, Bêwan û Dola Kalatuka barandin. Di topbaranêde  tiştek bi kesî nehat, lê xisareke mezin li rez, baxçeyên gundiyan bû. 


 QENDÎL