Li van zozanên ku teknolojî negîhiştiye jiyana xwezayî hê jî bandora xwe didomîne, di meşkan de mast dibe dew û rûnê nivîşk ji nav tê cudakirin. Jina bi navê Karîban Taş (65) a ku ji gundê Eksarê ya bi ser navçeya Pasûra Amedê ji ber ku di 1993'yan de gund hate şewitandin di van salan de tehm û çêja vegera gund û jiyana xwezayî ya li zazonan derdixe. Li zozanan ji ber ku cihê ku tê mayîn, mayînde ye li vir çadireke ku avê derbas nake bi ser diwarê ji keviran hatiye çêkirin tê bicihkirin. Ji bo germ zêde bandorê neke jî hin nebat bi ser çadirê tê danîn. Dîsa li vir hewşek tê çêkirin. Li hundir jî ji bo beroş bikelin bi keviran cih hatine çêkirin. Dayika Karîban ku li gund meşka bi ceryanê bi kar tîne, ji ber ku li zozanê ceryan û rê nîn e meşka ji çermê sewalan hatiye çêkirin bi kar tîne. Piştî ku çêlakan didoşe şîr datîne ser agireke kêm û dema ku şîr dikele dixe nave beroşan û piştre jî dimeyîne.
Karîban Taş dibêje ku piştî ew xwê li toraqê dikin, li ser pişta ker û hestiran dibin gund û ji bo ku toraq xirab neba li cihên avî dixin bin erdê, payîzê jî difiroşin. Dayika Karîban li zozanan pirsgirêka herî mezin jî nebûna daran dibîne, ji ber ku bilindahiya zozanan 2 hezar 500 metre ye li van deran dar şîn nabin, ev jî dihêle ku ew gelek zehmetiyan bikêşin.
DÎHA/AMED