
Cotkarên ku ji bo ji barana payîzê sûdê wergirinzû dest bi çandiniyê kirin anîn ziman ku, piştî kedeke 8 mehan ew beran bidest dixin. Zeynel Ozcan (56) ê ku li gundê Kartî yê girêdayî navendê 35 donim sîr çandiye dest nîşan kir ku, heke çandiniya avê bê çêkirin ew salê 2 caran beran bidest bixin û got, ew nikarin ji çavkaniyên avê yên bin erdê sûdê wergirin û ji bo vê piştevanî divê. Karkera sîran Emîne Polat a dayika 2 zarokan jî anî ziman ku, ew ji zarokatiya xwe heta niha li ser erdan dixebite. Polat dest nîşan kir ku, çinîn û çandina sîran karekî zehmet e û ew ji serê sibê heta êvarî li ser piya sîran diçinînin.
SEMSÛR