Şervanên YPG’ê yên Ereb di nava tabûra Şehîd Ezîz de cîh digirin û 21 şervanên Ereb di vî tabûrê hene.

Şervanê YPG’ê Serdar Kobanê diyar kir ku serbilind e, ji bo di nava YPG’ê de cîhê xwe girtiye. Serdar da zanîn ku ji ber ku hêzên YPG’ê parastina hemû pêkhateyan dike, hêza niştimanî ya tekane di Sûriyeyê de ye.


’Hêza herî birêxistinkirî YPG ye’

Şervanê bi navê Artêş Qendîl jî diyar kir ku wî di nava gelek tabûrên çekdar ên opozîsyonê de li gelek eniyan şer kiriye û destnîşan kir ku hêza herî bi rêxistinkirî YPG’ê ye. Artêş da xuyakirin ku hêzên YPG’ê ji nava gel derketiye û got: “Tu hêz nikarin vîna azad a pêkhateyên taxê û şervanên YPG’ê bişkînin.”

Şervanekî din a bi navê Mezlûm Cîger jî destnîşan kir ku ji bo pêkhateyan û gelan bi hev re wekhev û azad bijî tevlî refê YPG bûye. Mezlûm got ku hin aliyan hewl dan aramî û jiyana hevbeş di taxê de têkbibin û nakokiyan di navbera pêkhate û mezheban de derbixin lê hemû hewldanên tevliheviyê bi saya hevgirtina şêniyên taxê vala hatin derxistin.


Parastina hemû mirovatiyê 

Şervanê bi navê Xebat Çekjîn jî got ku hêza YPG’ê ne tenê hêzeke niştimanî ye, lê belê hêzeke navnetewî ye û parastina hemû pêkhate, ol û baweriyan di herêmê de dike. Xebat bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî nava refên YPG’ê bibin û beşdarî parastina welatê xwe bibin û rê li pêşiya talankirina çeteyan bigirin.

Tabûra Şehîd Ezîz a girêdayî hêzên YPG’ê di 4’ê Kanûna 2014’an de ji aliyê 21 şervanên Ereb hate avakirin û niha cihê xwe di eniyên taxê de digire. 


 ANHA/HELEB