Qala Bakur û Rojavayê Kurdistanê nakim, jixwe bi hemû wateya peyvê li herdu beşên Kurdistanê şoreşêk li dar e û bi hemû alîyên xwe ya teorî û pratîkê bûye çavkaniya îlhamê ji bo gelên herêmê. Ez qala Kurdên xwedî nasnameya azad nakim ji ber ku ji mêj ve sinorên çêkirî şikandine û di vê şoreşê de canê xwe feda kirine, bêguman di rastiyeke weke ya Rojhilata Navîn de, şoreş tekane rê ye li her deveran. Her wiha ji bo Başûrê Kurdistanê ji bilî şoreşeke demokratîk ti rêyek dîn nîne û nemaye.
Hin kes wer bawer dikirin ku bi reformê wê kirîz û pirsgirêkên li ser hev kombûyî çareser bibin lê ew rê ji her alî ve xetimiye. Xetimandin û kirîz bûye mijara gengeşe ye û hîna jî mijara gotinê ye. Êdî honandina û bilêvkirina çîrokên binketî ya 25 salan derdê gel û jinan li wê beşa Kurdistanê derman nake. Dive êdî li ser çareserîyê werin peyvîn, nivisandin û her livandineke divê ji bo çareserî be, rastîyê vê kirîzê ji her dem zêdetir aşkera bûye ku kirîza zihnîyetê ye.
Hin kes dipirsin, kî, kengî û çawa wê çareseriyê destpê bike û ji kû dest pê bike? Niha piranî yên van pirsan diken qaşo rewşenbîr in, hîna jî li hêvîya feryadresekî ne ku were û mîna Mehdî Muntezer wan xilas bike. Yên van tiştan dinvîsin û dibêjin yên ku bi salan e, her roj digotin “Dema îdeolojiyan bi dawî bûye” û li aliyeke din ya cîhanê Fukuyama dema got “dawîya dîrokê” û sistema wehşî ya kapitalîzmê rewa kir, wan “qaşo rewşenbîr” jî mîna papaxan serê gelê Kurd bi van tiştan tije kirin. Îro beşeke mezin ya qada siyasî bi van mêjiyan tên birêve birin, civakê ji exlaq û siyasetê dûr xistin û li ser tebeqeke zêrîn ax û gel pêşkeşî dagirkeran kirin, hîn jî yên çaksazî dixwazin bi serbilindî bêjin “Tenê siyasetê dikin û rêxistinên wan îdeolojîk nîne” lê ji bîr dikin ku bê îdeolojî bûn jî bi xwe îdeolojî ye û îdeolojîya herî wehşî ya 500 salên dawiyê ye.
Heman kesan dibêjin; "Rêberê şiîyan Muqteda Sadir dikarê bi bangewazîyeke hemû gel ya şiî biherîkîne kolanan lê Kurdên li Başûr ji bo demokrasî nikarin wê tiştê bikin", mirov ji wan kesan re bêjê: "Rojbaş" ya gel diherîkîne kolanan ne Muqteda Sadir e, îdeolojî û ramanê wê ye ku gel diherike kolanan, ya ku divê werê destpêkirin ji nû ve avakirina civakê ye li ser bingeha raman û felsefeya jiyana azad, civakeke bê raman û felsefe, civakeke bê rêxistin, civakeke bê parastin civakeke timî ji bo dagirkirin û qirkirinê re vekirîye.
Tê gotin şert û merc amade ye lê tenê rêbertiyek pêwist e enerjîyan hanê kom bike û kenalîzeya şoreşê bike. Dibê ku ev mijara destpêkê ya niqaşan be, ku ji bo Başûrê Kurdistanê rêbertîyeke çawa pêwist e gel rêbertiyeke kilasîk ya mîna ku qaşo van rewşenbîrên navborî dibêjin” Hewcîdariya me bi bavêkî heye” Ê wisa ye di bin sîya ew qasî fikir û ramanên paşketî de wê tenê “Bavêk” werê xwestin, qey wê "Dayik" bixwazin ? Ev xeyal e lê ev ne tenê rastî ev bi xwe heqîqetê îfade dike. Di deverêke bi şans ya mîna Başûrê Kurdistanê ku axa yekemîn Şoreşa Çandinî bûye tenê bi veger li rastîya xwe dikarê hêzê şoreşê di xwe de bibîne, bi qasî deh şoreşan potansêla jinan heye lê heman nexweşiya ku hemû civakê girtiye di serî de jinan pêketine.
Tişta divê li Başûr werê destpêkirin şoreşa demokratîk e li ser bingeha felsefe jiyana azad, hewcê nîne ku pir dûr û derveyî cografîya Rojhilata Navîn alternatîveke bigerin, di kêleka me de ango li Rojavayê Kurdistanê, şoreşeke heye, li cihê ku hin kes dijbertiyê vê şoreşê bikin an jî tenê li çepikan bixin, hinek bifikirin û bipirsin çî ye vê civakê anîye asta şoreşê, sed sal in ku tiştek nema li ser gelê Kurd li Başûr neceribînin lê hinek jî goh biden rastîya vê civakê. Hewcêdariya civaka Başur bi şoreşa demokratîk heye û her roj vê hewcedarî li kolanan û bi çalakî û baykot tînê ziman, Başûrê Kurdistanê hewcêdariya wê bi şoreşek ku her kes komî serhev bike, ji nêrîna nagatîv, bêçaretî û bêhêvîyêtî derbixe, tişta yekemîn jî werê kirin, vegerandina baweri ye ji bo gel, ku bi xwe hêza bingehîn ya şoreşa demokratîk e.