Li erdnîgariya Dêrsimê hin şirket, xebatên xwe yê çêkirina bendav, HES û lêgerîna zêran a bi siyanurê zêdekirin û bi vî rengî xwezaya Dêrsimê talan dikin. Şîrketa taşeron a Tunçpinar a ku ji aliyê Şîrketa Rîo Tîntoyê ve hatiye avakirin li gundê Cevîzlîdere ya Pulurê xebatên xwe yên lêgerîna zêran a bi siyanurê zêde kir. Bi projeyê li herêma gundên Cevîzlidere, Sîn û Mamlîsê di qasî 80 hezar hektarî de bi rêbazê siyanurê dê zêr û sifir bê derxistin. Ev rêbaz dibe sedema qirêjbûna hewa, av û axê. Madeyên kîmyewî ku bi hewa, av û axê dikevin dê bandorê li ser 518 cure nebat û jiyana kovî ya li cografyaya Dêrsimê.

Ji Baroya Dêrsimê parêzêr Ozgur Ulaş Kaplan diyar kir ku wan tespît kirine ku dê li herêma Pulur, Xozat û Dêrsimê li qadeke bi hezaran hektarî de xebatên lêgerîna zêran bê kirin. Kaplan anî ziman ku şîrketan ji bo vê yekê serî li saziyên fermî dane.
Kaplan destnîşan kir ku ev cihê ku xebatên madenan tê kîrin wekî cigêrên Dêrsimê ne û şirket dixwezin li van deran sifir û zêran derxînin. Kaplan bilêv kir ku ev şîrketa bi navê Eldorado Gold a girêdayî AMDL-Rîo Tînto ye û zawayê Serokwezîr Tayîp Erdogan ê ku serokatiya Koma Çalik dike vê xebatê dimeşîne. Her wiha Kaplan got ku bi Şîrketa Madenvanî ya Lîdyayê û ev şîrketa navborî bi navê Tunçpinarê şîrketek nû ava akirine û hemû projeyên li herêma Xozat, Sîn û Cevîzlîdereyê yên vî şîrketê ne. Kaplan anî ziman ku bi riya vê şîrketê serî li saziyên fermî hatine dayîn.
Kaplan diyar kir ku ev şîrket ji bo lêgerîna madenan serî li cihê pêwîst bidin û beriya ku tesîsan ava bikin jî divê raporên ÇED'ê bigirin. Kaplan destnîşan kir ku ev xebat dê zirareke mezin bide xwezayê û ew ê li dijî vê xebatê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin. Kaplan bilêv kir ku ev yek li dijî hemû peymanên navneteweyî ne û heka ev xebat bê kirin madenvanî dê bibe sedema mirina Dêrsimê.  Kaplan got ku dema zêr tê derxistin rêbaza siyanurê tê bikaranîn, di encama vê rêbazê de madeyên kîmyewî tevli ax, hewa û avê dibin û qirêj dikin. Kaplan wiha berdewak kir: "Dîsa dê zirarê bi ax, xwarinê û qada çandiniyê. Ev jehr dê raste rast bikeve nava Munzurê. Hemû giyanewer dê bi vî rengî zirarê bibînin."

'Em ê doz vekin'

Kaplan diyar kir ku, di encama xebatan de nexweşiyên pençeşêr û nexweşiyên ji mirinê re rê vedikin dê derkeve holê û wiha axivî: "Ev xebat dê encamên cidî derxînin holê. Divê gelê Dêrsimê van encaman baş lêkolîn bikin. Ev hişyariya ku ji bo bendavan tên nîşandan, divê ji bo madenvaniyê jî were nîşandan.  Ji bo em fermana mirinê ya li ser Dêrsimê bidin sekinandin çi ji destê me tê em ê bikin. Em ê cihê xebata yên şirketên madenan zelal bikin û serî li saziyên fermî bidin, rapora ÇED'ê bixwazin. Em ê vê pêvajoyê bişopînin. Agahiyên ku em ji civinên ÇED'ê bigrin ji gel re parve bikin. Di encamên van raporan de biryarek erênî derkeve, ji bo betalkirinê em ê serî li dozgeriyê bidin." 

DÎHA/DÊRSIM