BIRYAR MIHEMED  / SILÊMANÎ/ROJNEWS

Endamê PDK’ê Elî Feylî got, piştî bûyerên 16’ê Cotmeha sala 2017’an lihevkirina stratejîk a di navbera wan û YNK’ê de bi dawî bûye. Her wiha endamê YNK’ê Şaduman Mela Hesen jî got, ew dixwazin di avakirina hikûmeta nû de dawî li sîstema du îdareyî bînin.

Piştî ku erka serokkomariya Iraqê dîsa kete destê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), peywendiyên di navbera PDK’ê û YNK’ê de xerabtir bûn. Herî dawî Cîgirê Serokê Giştî yê PDK’ê diyar kir ku wê peywendiyên xwe yên borî yên ligel YNK’ê di ber çavan re derbas bikin.

Helwêsteke hişktir a PDK’ê

Endamê PDK’ê Elî Feylî têkildarî peywendiyên di navbera PDK’ê û YNK’ê de got: “Piştî bûyerên 16’ê Cotmehê lihevkirina stratejîk a di navbera PDK’ê û YNK’ê de bi dawî hat. Ji ber ku beşek ji rêveberên di nava YNK’ê de bi ya vê lihevkirinê nekirin.”

Endamê PDK’ê Elî Feylî eşkere kir ku piştî ku Dr. Berhem Salih ji bo serokkomariya Iraqê hate hilbijartin wê helwêsta PDK’ê ya li dijî YNK’ê tundtir bibe.

Li ser heman mijarê Endamê YNK’ê Şaduman Mela Hesen jî diyar kir ku heta niha li Herêma Kurdistanê hebûna sîstema du îdareyî heye û got; “YNK dixwaze di hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê de karên cidî li ser vê bike. Êdî sîstema du îdareyî wê nemîne. Hikûmet wê ji bo hemû hizb, aliyan û welatiyan be û weke hev bin.”

Endamê YNK’ê Şaduman Mela Hesen axaftina xwe wiha domand; “Nabe êdî heger wezîr û karmendên hikûmetê ne bi dilê PDK’ê be, wan bişîne malê. Yan ji kar dûr bixe. Her wiha dixwazin hikûmeteke bihêz û nîştimanî hebe. Êdî bi navê yekrêziya niştîmanî û kurdayetiyê, em partiya xwe nakin qurbanî. Ji ber ku berê me ji bo gelek qurbanî daye û me baca wê jî girtiye.”

 
 

YNK ji bo walîtiya Kerkûkê kar dike

   

Piştî ku waliyê demdemî yê Kerkûkê Rakan Seîd Cuburî bû parlenter meseleya hilbijartina waliyê Kerkûkê dîsa bû rojev.

Li gel ku salek di ser re derbas bûye jî, ji ber sedema ku PDK, Yekgirtû tevlî civînên Meclîsa Bajêr a Kerkûkê nebûn walî nehate hilbijartin. Li ser vê yekê ji rayedarê YNK’ê û endamê rêxistina rêxistinê ya YNK’ê û Meclîsa Bajêr a Kerkûkê Ahmed Askerî got heke vê carê jî tevlê nebin ew ê Waliyê Kerkûkê hilbijêrin.

Bi rehetî çareser nebe

Alîkarê Serokê Navenda Bajêr a Kerkûkê yê YNK’ê Rawend Mela Mehmûd got ew ji bo ku walî were hilbijartin û li Kerkûkê rewş normal bibe hevdîtinan dkin û got: ‘’PDK bi biryara Polîtbûroyê qebûl nake ku Meclîsa Bajêr a Kerkûkê bicive. Ereb û Tirkmen jî dibêjin ku Kerkûk baş nayê rêvebirin û dixwazin ku ev rewş baş bibe’’.

Rayedarên YNK’ê ji bo Waliyê Kerkûkê were hilbijartin li Kerkûkê çû serdana kom û partiyên Tirkmen û Sinî. Li gorî jêderên YNK’ê hevdîtinên pêr baş bûne. Şîrovekarên siyasî diyar dikin meseleya walîtiyê wê wiha bi rehetî çareser nebe.

Kurê mezin ê Mam Celal Pawel Talabanî jî qestbehsa civîna Meclîsa Bajêr a Kerkûkê kir û got:’’Di demeke kurt de em ê meqamê Walitiya Kerkûkê bistînin. Divê hemû aliyên Kurdistanê bibin yek. Hemû aliyên siyasî bi yek dengî divê em li Kerkûkê parastina wê bikin û heqê xwe bi paş ve bistînin.’’

 

ANF/KERKÛK