´Ew ne misilman in´
Melle Umer di berdewama axaftina xwe de wiha destnîşan kir: “Berî her tiştî hatina wan ne bi rêbazên îslamî û mirovahî bûn, heta ku em bêjin ev îslam in. Ez ditirsim navekî li wan bikim ku xwediyên Axretê heasb ji min bixwazin, tenê ez dikarim bêjim ew dûrî ola îslamê û navaroka wê ne. Teqandina Merqedê nîşan dide ku hezkirina wan ji îslamê re tineye. Eger ew dixwazin merqedên Şêx û Melleyan biteqînin çima berê xwe nadin bajarê Heleb û Şamê? Ev herdu bajar bi merqedan tijî ne, bila biçin biteqînin eger a wan rast e.! Eger armanca wan Merqeda Şêx e, çima mizgeft şewitandin û malên welatiyan talan kirin û dizîn.”
Xirabê cîhanê ne
Melle Umer diyar kir ku destdirêjiya li ser jinan û wêrankirina malên welatiyên sivîl ne ji exlaqa îslamê ne û axaftina xwe wiha domand: “Komên çete ên ku êrîşî herêmên Kurdan dikin bi navê xweda bang dikin, lê dest davêjin jinan û diziya welatiyan dikin. Ev kom dûrî îslamê ne û ew xirabên herî xetere yên cîhanê ne. Ev êrîşa wan ji bo tevliheviyê, kuştin û diziyê ye.” Melle Umer da zanîn ku dewleta Tirk û Emerîka piştgiriya van komên çete dikin û wiha anî ziman: “Dijminên gel van komên çete dişînin ku bi hovîtiya xwe li dijî welatiyan pêk bînin û di serî de dewleta Tirk û Emerîka ku dixwazin em ji wan re koletiyê bikin. Eger armanca wan rêjîm e, bila li hemberî rêjîmê êrîşên xwe pêk bînin.”
Bi yekîtî emê bi serkevin
Derbarê hêza ku bersiva van çeteyan bide de Melle Umer ev tişt gotin: “Hêza gel têrê heye ku li hemberî kiryarên van ên qirêj derbikeve. Bi yekîtiya gel û piştgiriya YPG’ê em dikarên bersiva çeteyan bidin û em welat ji çeteyan re bikin goristan. Ez bang li hemû welatiyan dikim ku bi hemû derfetên xwe li hemberî çeteyan derbikevin. Kesên ku jiyana xwe li hemberî van ji dest bide şehîd e.”Melle Umer di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser mijara koçberiyê ku welatî erdê xwe berdidin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê welatî parastina axa xwe bikin û ji komên çete ku dewletên rojavayî piştgiriya wan dikin re nehêlin. Wesiyeta min ji hemû yan re ewe ku ti kes erdê xwe bernede, ji ber ku axa me pîroz e, doza me pîroz e.”
TIRBESPIYÊ