Di lêkolîneke arkeolojîk ya li Çînê de derket holê ku di navbera kerguh (cinsekî girr ê kîvroşkan) û mirovên serdema neolîtîkê de têkiliyeke sîmbiyotîk hebûye. Li gorî lêkolînê mirovan her nêçîrvaniya van kerguha kiribû, lê bi vî cinsê kerguhan re têkiliyeke welê çêbûye ku nêçîra wan nakin. Ew her wiha hewl nadin ku wan kedî jî bikin. Li gorî lêkolîneran sedema vê jî muhtemel e ku baweriyên dînî û çandî yên Çîniyên serdema neolîtîkê bin.
Sedema ku lêkolîner digihîjin vê encamê jî ew e ku, êmê cinsekî kerguhê bi temamî guheriye û eynî ew êm e ku hingê mirovan berazên xwe yên kedî kirî pê êm dikirin. Arkeolog behsa qederê beriya bi 5 hezar salan dikin. Devera kolana arkeolojiyê Yangjiesha li bakurê Çînê ye li Platoya Loess. Li vir, li vî gundê ku beriya 5 hezar salan qederê sed salan şên bû, lêkolîn li ser 54 hestûyên kerguhan hat kirin.
Li gorî lêkolînan ev yek ji têkiliyên wisa ye ku xêra wê dida kerguhan û di warê madî de ne xêr û ne jî zirara wê dida mirovan.
Weke sedem jî baweriyên dînî û çandî tên qebûlkirin. Lewma di serdema xanedana ‘Han’an de kerguh weke bextxweşker, şensîner hatine dîtin. Di folklora Ewrûpî de jî ji ber çipkirinê kerguh weke şensîner hatine dîtin. Ev lêkolîn jî nîşan dide ku mirovên serdema neolîtîkê jî tevî ku ti carî kerguh kedî nekirine, têkiliyeke wan sîmbiyotîk bi kerguhan re hebûye. Li gorî lêkolînê, mirovên serdema neolîtîkê herçî têkiliyên wan ên bi heywana re bûn, gelekî dişibiyan mirovên roja me ya îro.
PEKÎN