Fermandarê Pêşmergeyan li eniya Daqûqê, Mihemede Hacî Qadir ragihand ku du fermandarên pêşmergeyan bi sûcê bazirganî li gel DAIŞ'ê kirine, hatine binçavkirin û got; "Ji aliyê me ve ti ferq û cûdahiya van pêşmergeyan ji DAIŞ'ê nîne, û bi ti şêweyî kesên wiha dinava pêşmergeyan de nikarin bimînin." 

Li eniya Daqûqê ya başûr-rojavayê Kerkûkê hejmarek pêşmerge bi îdîaya bazirganî li gel DAIŞ'ê kirine, hatine binçavkirin. Fermandarê eniya hêzên pêşmerge Mihemed Hacî Qadir li ser miajrê ji RojNewsê re got; "Piştî eşkerebûna bûyerê, du fermandarên pêşmergeyan bi sûcê bazirganiya li gel DAIŞ’ê, hatine binçavkirin."

'Ev fermandar û DAIŞ yek in'

Fermandarê Pêşmergeyan yê eniya Daqûqê Mihemed Hacî Qadir axaftina xwe wiha dewam kir; "Piştî agahî gihiştin ber destê me ku çend welatî li gel çend fermandarên pêşmerge bi karê qaçaxçitiya kelûpel û xwarinê radibin, van malzemeyan dikirîn, ji bo navçeyên di bin desthilatiya DAIŞ'ê de dişandin. Piştî vê bûyerê, wezareta pêşmergeyan lîjneyeke lêkolinê ji bo van fermandaran ava kir û bi lîsteyekê navê wan fermandaran radestî Wezareta Pêşmergeyan hatiye kirin."

Mihemed Hacî Qadir got; "Ji niha ve ew fermandarên pêşmergeyan şandine Wezareta Pêşmergeyan û ew bi giştî du kes in. Her wiha li aliyê din du welatî jî sûcdar in, di heman demê de ew jî hatine şandina Wezareta Pêşmergeyan. Ew kelûpel û xwarinên di destê wan de hatî girtin, wiha ne; şekir, rûn, çay, birinc û kelûpelên wesayîtan."

Di dawiya axaftina xwe de Fermandarê Pêşmergeyan yê eniya Daqûqê Mihemed Hacî Qadir got; "Ji aliyê me ve ti ferq û cûdahiya van fermandaran û DAIŞ'ê ji hev nîne. Bi ti şêweyî kesên wiha di nava hêzên pêşmergeyan de nabe ku cih bigrin. Her wiha piştî lêkolinê eger kesên din jî hebin, di karê bazirganiya li gel DAIŞ'ê de, ew ê werin girtin." 


 KERKÛK