16’ê vê mehê artêşa Îranê bi deh hezaran pasdarî li herêmên nêzî sînor Pîranşar û Serdeşt dest bi êrişên hewayî û bombebaranê kir. Îranê di fermiyetê de îdîa kir ku wê li dijî PJAKê dest bi operasyonê kiriye.
Balkêş e ku di sala dawî de ti çalakiyeke PJAK’ê li dijî Îranê pêk nehatibû.
Tiştekî din ê balkêş ew bû ku artêşa Îranê di pratîkê de hewl dida û hewl dide xwe bigihîne çiyayên Qendîlê tevî ku ev der ji PJAK’ê bêhtir di bin kontrola PKK’ê de ye.
Îran a ku bi ser nakeve amerîkî û îsraîliyan sûcbar dike û îdîa ku dike her du welat ku destekê didin PJAK’ê.
Herçendî rejîma îranê hîn bûye ku di her bûyerê de li tiliya her du welatan bigere, vê carê ev îdîaya Îranê ji herkesî re pir komîk xuya kir. Ji ber ku dîplomasiya ku çend roj beriya operasyona Îranê li Tirkiyeyê pêk hat, nîşan dide ku di operasyonê de desteka amerîkayê jî heye.
Çawa?
Çend roj beriya ku Îran dest bi van êrişan bike, serokê NATO’yê li  Stenbolê bi rêveberên sîvîl û eskerî yên dewleta tirk re hevdîtin pêk anîn. Wezîrê karê derve yê tirk di heman rojan de çû Tehranê û bi Amedî Necad da zanîn ku Eneqre û Tehran dikarin bi hev re ewlekariya herêmê pêk bînin.
Rojek beriya êrişên Îranê wezîra karên derve ya amerîkî Hillary Clinton û serokê NATO’yê Rasmûssen li Stenbolê hev dîtin û têkilî bi rayedarên dewleta tirk re danîn.
Tirkiyeyê li dijî PKK’ê ji hevkarên xwe yên rojavayî destûra hevkariya bi Îranê re dixwest ji ber ku desteka dîplomatîk, teknolojîk û îstîxbaratî ya amerîka û ewrûpayê jê re lazim bû.
Du roj piştî despêkirin êrişên Îranê, serokê CIA’yê hat Tirkiyeyê û bi rayedarên eskerî û wezîrê karên derve yên tirk re hevdîtin pêk anîn.
Piştî vê hevdîtinê  PKK’ê bi xwe piştrast kir ku li ser çiyayê Qendîlê Heronên amerîkî difirin. Yanê agahiyên ku Amerîka kom dike û dide Tirkiyeyê der barê gerîlayên kurd de ji aliyê dewleta tirk ve jî radestî îranê tên kirin…
Çavkaniyên xwecihî yên li bakur, başûr û rojhilatê Kurdistanê dîsa piştrast kirin ku di du heftiyên dawî de bi sedan eskerên tirk di ser Şemzînanê re derbasî Îranê bûne.
Û ji xwe di şer de nûçeya mirina pênc eskerên tirk li nav eniya şer a Îranê, îşareteke din e ku operasyon bi hevkariya tirkan û ji aliyê teknolojîk ve jî bi desteka amerîkayan tê meşandin.
Bêguman vê  trafîka dîplomasiyê û ev têkiliyên ucûbe bala gelek siyasetvanên bi wijdan û bi aqil ên kurd kişand û di netîcê de hevgirtina kurdan xurtir bû û xurtir dibe.
Îrana ku pir hewl da rayedarên hukûmeta başûrê Kurdistan jî li dijî PJAK Û PKK’ê tevlî vê operasyonê bike bi qasî ku xuya dike, heta niha bi ser neketiye.
Ev plan û têkiliyên qirêj giş di eslê xwe de encama senaryoyên xeyalî yên dewleta tirk  û hukûmeta wê AKP’ê ne.
Xeyala wan ew e ku dewleta tirk bibe Srî Lanka û PKK jî bibe Tamîl. Û ji bo xwe bigihîne vê xeyala xwe, çi kir çawa kir, dewleta tirk amerîkî jî razî kirin. Başe amerîkî çima razî bûn?
Niha dinya alem tev zane eger Îran karibe PKK’ê ji Qendîlê dûr bixe, ewê li şûna wê rêxistineke îslamî ya nêzî El Qaîdeyê bicih bike. Başe DYA ya ku bi sed milyaran dolar xerc kir ji bo El Qaîde û Talîbanên nêzî Îranê li Afganistan, Pakistan û Iraqê biqedîne, wê çawa bixwaze Îran wan li cihekî wekî Qandîlê asê bicih bike?
Helbet Amerîka ya ku zane Tirkiye wê bi ser nekeve, ji bo çend heftiyan destekeke îndîrekt da operasyona Îran a bi hevkariya Tirkiyeyê. Amerîka wê di berdêla vê yekê de dîsa planeke xwe ya din bi Tirkiyeyê bide qebûlkirin û belkî heta niha dabe jî.