Bi sedan kes piştî merasîma cenaze bi dûrişmeyan ber bi navenda bajêr ve dest bi meşê kirin. Li gel ku ciwanan Cadeya Nuket Coşkun ya li Dortyola Rezan ji trafîkê re girt, polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxale li girseyê kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî bersiv da êrîşa polîsan. Li ser vê yekê polîs paşve kişiyan. Ciwanan heta duryana Oryilê meşa xwe domand. Li vir polîsan cardin bi TOMA'yan êrîşê ciwanan kir.
DÎHA/AMED