Corc ku ji taxa Asûriyê ya bajarê Qamişlo ye û niha endamê tabûra Şehîd Hogir ya li taxa Qidûrbeg a Qamişlo ye, erkên xwe yên pêşî li ser bendên kontrolê yên herêma Dêrikê pêk anî. Piştî êrîşên Komên Çete yên li dijî bajarê Serêkaniyê Corc û gelek Şervanên YPG’ê berê xwe dan wê herêmê. Ew 17 rojan li Serêkaniyê ma. Corc paşê li herêmên Titemirê , Amûdê û di çalakî û operasiyona rizgarkirina herêma Tirbespiyê de jî erkên xwe yên parastinê pêk anî.
Di 4’ê Tebaxê de dema Corc û hevalên xwe li gundê Mihemed Diyab yê Tirbspiyê li dijî komên çeteyean şer dikirin, şervanê YPG’ê Mueyid ku rêhevalê wî yê herî nêzîk bû li gel 4 şervanên din jiyana xwe jidest dan û Corc jî birîndar bû û çavê xwe yê rastê winda kir. Besam Corc berî ku dermankirina wî bi dawî bibe jî ji nexweşxaneyê derket û carekî berê xwe da qadên şer, lê fermandarên YPG’ê destûr nedan û jê xwestin ku dermankirina xwe dewam bike, li ser xwesteka wî niha ew li bendekî kontrolê yê Qamişlo erkên xwe dewam dike. Corc her wiha bang li hemû ciwanên herêmê yên ji hemû pêkhateyan kir ku ji bo parastina herêmên xwe tevlî nava refên YPG’ê bibin.
QAMIŞLO