Li Çiyayê Kezwana bajarê Hesekê ya Cizîrê Roja 8’ê Adarê, cejna tevahî jinên berxwedêr û cîhanê bi rûkeniya şervanên YPJ’ê û bi bedewiya keziyên keçên rojê bi coş û kelecaneke mezin hate pîrozkirin. Merasîm bi beşdariya sedan şervan û gelek fermandarên YPJ’ê hate lidarxistin. Fermandara YPJ’ê ya herêma Cizîrê Rojda Şiyar, Solîn Kobanê, Kurdistan Dêrîk, Albîn Amûdê û Avînar Girgê Legê beşdarî merasimê bûn. Rojda Şiyar di merasîmê de axivî û got; “Wê tekoşîna me ji bo azadiya tevahî jinan û parastina welatê me heya serketinê bidome.
Weke roja îro têkoşîna jin û berxwedana jinên azadîxwaz, em gihîştin van rojên serkeftinên dîrokî. Ji ber ku jin bi xwe jiyan e. Jinên ku îro li hember hemû şert û mercên herî dijwar li ber xwe didin li hember hişmendiya desthilatdar û di hemû qadên jiyanê de, ew jî YPJ’ê ye ku hemû jinên ji nasnameyên cur bi cur di nav xwede temsîl dike.
Fermandara YPJ’ê Rojda Şiyar, di dawî de bal kişand ser gefxwarinên dewleta Tirk û hevkarên wê yê li ser welatê wan dikin û wiha got; “Em YPJ bi vîn û baweriya xwe amede ne ku heta kêliya dawî ya jiyana xwe têbikoşin û ji bo azadiya tevahî jinên cîhanê û xaka xwe canê xwe feda bikin. Carek din em roja 8’ê Adarê li Rêber Apo, li tevahî mirovahiyê û hevalên amede pîroz dikin.”
ANF/HESEKÊ