BERWAR AVENT ANF/ŞAHO
Bi wesîleya salvegera pêngava 15´ê Tebaxê gerîlayên jin ên Rojhilatê Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê merasîmek li dar xistin û pîrozbahî çêkirin. Di merasîmê de hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya û ji fermandarên HPJ Feraşîn Selmas axivîn û 15’ê Tebax cejna vejînê li Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan, şehîdên tekoşîna azadiyê û gelê Kurd pîrozkirin. Hevseroka KODAR´ê Zîlan Tanya di axaftina xwe de qala girîngiya pêngava 15´ê tebaxê û bandora wê ya li Rojhalatê Kurdistanê kir û got, “Di pêşengtiya fermandarê mezin heval Egîd de tekoşîna jiyana azad, fikir û felsefeya Rêber Apo li her çar perçeyên Kurdistanê xwe bi cih kir. Pêl bi pêl tekoşîna xwe mezin kir û li her çar perçeyên Kurdistanê belav kir. Li Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî dagirkeriya Îranê di dîrokê de heta niha tekoşîneke mezin hatiye meşandin. Em ji Qazî Mihemedan bigirin heta Leşker Cûdiyan bi sedan şoreşgerên Rojhilatê Kurdistanê di nava vê tekoşînê de cih girtin.
Dixwazin gelê Kurd parçe bikin
Zîlanê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser zextên rejîma Îranê û got, ‘’Rejîma Îranê dixwaze bi polîtîkaya, ‘kurmê darê’ gelê me bi hevdû bide qirkirin û bi vî awayî Kurdan di nava xwe de perçe bike. Dagirkerî dema ku ditengije, nekarî têkoşîna ku tê meşandin bitepisîne wê demê serî li rêbazên cuda dide. Li Rojhilatê Kurdistanê jî bi riya rewşenbîrên hevkarî dikin an kesên alîgirê dewletê re dixwazin tekoşîna gelê Kurd perçe bikin. Lê dagirkeriya rejîma Îranê bila bizanibe gelê me tu carî nayê van xapan û tu carî ji tekoşîna xwe gav paşde navêje. Heta ku em bigihijin serkeftinê em dest ji tekoşîna xwe bernadin. Bi rihê 15’ê Tebaxê em soz didin gelê xwe ji bo jiyaneke azad em ê heta dawî têkoşîna xwe mezin bikin.”