
Pêngava Xezaba Firatê bi armanca rizgarkirina bajarê Reqa ji destê çeteyên DAIŞ’ê dest hatiye destpêkirin, her diçe berfireh dibe. Yek ji gelên ku tevlî pêngava Xezeba Firatê bûne Sûryanî ne.
Huro Adeyn ku Sûryaniyek ji Hesekê ye ragihand ku ew ji bo avakirina Sûryek demokratîk ava bikin şer dike û gelek ji malbata wî bi heman armancê di nav Meclisa Leşkerî ya Suryaniyan de cih digire.
Huro Adeyn da diyar kirin ku pismamê wî li Til Hemîsê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hat qetilkirin û heta niha ji cenazeyê wî nediyare û wiha dewam kir; “Yekem şehîdê Suryaniyan bu ku li Rojava şehîd bûyî. Her wiha ew ji di Tabûra Şehîd Cûdî, weke berpirsê koma êrîşan ya tabûrê erk digirt.”
Huro Adeyn da diyar kirin ku ew kesên ku di koma wan de cih digrin, ewin yên ku demek dirêje ji bo avakirina Sûryeyek demokratîk tekoşîn dikin. Her wiha armanca xwe ya ji bo tevlîbûna Xezeba Firatê bi van gotina anî ziman: “Ji bo ku em gelê sivîl rizgar bikin û çeteyan ji welatê xwe derxînin, me cihê xwe di vê operasyonê de girt. Armanca me ya sereke ewe ku em sivîlan ji bigihînin hasreta jiyanek nû û Sûryeyek nû.”
Huro Adeyn dî dawî de ev axaftin kir: “Emê bajarê Reqayê ji destê çeteyên DAIŞ’ê rizgar bikin. Her wiha bang li gel kir ku ji herêmên çeteyan derkevin, derbazî gundên rizgar kirî bibin.”
SÎA ALÎ / ANHA / REQA