Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan bal kişand ser Rojava û da zanîn ku dewleta Tirk li Rojava deriyên sînor girtine, derbasbûn asteng kirine û dîwarê şermê lêkirine û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “ Tirkiye bi awayekî rasterast piştgiriyê dide çeteyan. Rêveberiya KCK’ê jî ev yek bi awayekî zelal ev yek aşkera kir. Di hefteyan de bi dehan ciwanên Kurd ji ber piştgiriya dewleta Tirk a ji bo çeteyan di şer de jiyana xwe ji dest didin. Heke dewleta Tirk şerê li hemberî Kurdan îro li Rojava bidomîne û mirov divê pêvajoyê de bibêje ku ‘cenaze nayên’ ev ji bo Kurdan nayê tu wateyê. Ev geşedan ji ber van qehraman û şehîdên şoreşê pêk tên. Em vê rastiyê baş dibînin. Ji bo wê jî gotina ku dibêje ev ‘11 meh in cenaze nayên’ bo Kurdan ne derbasdar e. Ev yek ji bo Rojava jî tune ye, ji bo Bakur jî tune ye. Bi sedan ciwanên Kurd jiyana xwe ji dest dan. Şehîdên Rojava şehîdên hemû gelê Kurd in. Tu kes nikare cudabûnê têxe navbera vê yekê.”

Kalkan destnîşan kir ku ji bo Tirkiye deriyê sînor asteng bike tu tişt neman nekir, lê belê tu hewldanên wan li hemberî têkoşîna gelê Kurd û gerîlayan nebû asteng û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “ Van hewldanên Tirkiyeyê li hemberî yekitî û hevgirtina gelê Rojava û bakurê Kurdistanê nebûn asteng. Ev dîwar jî nabin asteng. Têkoşîna gerîla û gelê Kurd ji niha ve dê dîwaran hilweşîne, divê ku bê zanîn bi guleyekê dikare dîwar were hilweşandin. Wekî hinek derdoran gotiye, yên ku dîwaran di navbera gel de lêdikin na, yên ku pireyê çêdikin dê bi ser bikevin. Gelê Kurd ê Rojava û Bakur yek e, wê bi hev re jî qezenc bikin. Ev pêvajo ji aliyê Rêber Apo ve pêş dikeve, herkes ji ber baweriya bi Rêber Apo re ev têkoşîn didome. Dema ku wextê wê hat dê hesabê vê yekê bipirsin û întiqama wê jî dê were girtin. Divê ku her kes vê yekê baş bizane.”

‘Ji aliyê me ve rewş zelal e’
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan têkildarî pêvajoya Çareseriya Rizgariya Demokratîk a ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2013’an de bi fermî da destpêkirin de ji rojnameya me re axivî. Kalkan deştnîşan kir ku hikûmeta AKP’ê hem li hemberî demokratîkbûnê û hem jî li hemberî çareserkirina pirsgirêka Kurd e û wiha got: “Ger AKP vê pêvajoyê bi dawî bike dê di bin berpirsyariya wê de bimîne. Dê xwe nikaribe li hemberî berxwedana gelê Kurd û têkoşîna PKK’ê bigire. Dixwaze bi xapandinê vê rewşê bimeşîne. Aliyek ku ji vê tiştê neyê fêmkirin tune ye. Dema Rêber Apo li hemberî vê yekê helwesta xwe da nîşandan û raya giştî hişyar kir, vê carê AKP’ê xwest ku bi riya şantaj, gef û tundiyê siyaseta demokratîk bi bandor bike. Em van tiştan hemû fêm dikin.”

‘AKP faşîst û nijatperest e’

Kalkan bi bîr xist ku divê her kes baş bizanibe ku di AKP’ê de ne niyeteke ji bo çareseriyê, ne zîhniyeteke demokratîk û ne jî naskirina hebûna gelê Kurd heye û wiha pêde çû: “AKP jî wekî CHP’ê faşîst û nijadperest e. AKP li cihê Ergenekona Spî ya Tirkîtiyê, Ergenekona Kesk a Tirkîtiyê xist dewrê. Wekî hêzeke sentez a Tirk-îslam. Niyet û polîtîkaya AKP’ê wiha ye. Nikarin di eniyan de têbikoşin, bi xapandin û mijûlkirinê dixwazin rewşê xilas bikin. Tişta ku tê kirin niha ev e. Rastiya dewlet û hikûmetê ev e.”

Bêçalakîbûneke fiîlî heye

Kalkan der barê agirbestê de jî axivî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Çêkirina qerekol û bendavan didomin, hêj dest nedane pergala cerdevaniyê, sewqiyata leşkerî hêj didome lê hêj agirbest berdewam dike. Dê ev rewş çiqas berdewam bike? Di rastiya xwe de gotina agirbestê niha gelek zehmet e. Niha rewşeke ku ji paşerojê hatiye, wateya xwe winda kiriye û çawa ji holê bê rakirin ne diyar li holê heye. Nirxandineke bi vî rengî ya li ser agirbestê ne xelet e. Mirov dikare vê tiştê bi awayeke rast wiha jî pênase bike; li holê agirbesteke fermî tune ye lewma her du alî şer naxwazin an jî şer nakin. Dibe ku rewşeke bi pevçûn jî têkeve rojevê. Dibe ku bersivdayîn jî çêbibin. AKP jixwe amadekariya şer dike. Ev rewş dê çiqas berdewam bike ne diyar e. Jixwe rewşeke fermî jî li holê tune ye, rewşeke fîîlî li holê ye. Jixwe Tayyîp Erdogan bi awayeke aşkera got ku rewşeke fermî tune ye. Rêber Apo jî gotibû ku bila werin ew wê rewşê veguherînin fermiyetê. Lê belê hikûmet û dewlet nêzî vê yekê nebûn. Fermiyetiyetek nadin avakirin. Ji ber wê jî niha rewş ne fermî ye, fîîlî ye. Ger sedem veguherin dê rewşa fîîlî jî veguhere.”  

Xwedîderketina li Ocalan

Duran Kalkan diyar kir ku ger aştiyek di navbera Kurd û Tirkan de çêbibe wê ev yek jî tenê bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk bê û wiha dirêjî da axiftina xwe: “Yê ku pirsgirêka Kurd bi riya demokratîkbûna siyasî û yekitiya Tirkiyeyê çareser bike tenê Rêber Abdullah Ocalan e. Vala vala gelê Kurd negot ‘Qasidê Aştiyê, Qasidê çareseriyê li Îmraliyê’ ye. Ger ku çareseriyek û aştiyek bi vî awayî çênebe wê careke din ne pêkan be ku aştî û çareseriyek bi vî awayî çêbibe. Wê gelê Kurd bi hêza xwe û bi destê xwe çareseriyê pêk bîne. Divê ku di destpêkê de yên ji Tirkiyeyê hez dikin, rewşenbîr, jin û ciwan vê yekê bizanibin. Ger bi xwe bawer bin divê yên ku Tirkiyeyê bi rê ve dibin jî vê yekê bizanin. Ne xwe wê hemû tiştî winda bikin.” Kalkan destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo gelê Kurd pir girîng û bi nirx e û wiha got: “Di heman demê de Rêber Apo ji bo hemû gelê Tirk jî girîng û bi nirx e. Valaderxistina Rêber Apo wê zerarê bide gelê Kurd, dê herî zêde jî zerarê bide Tirkan û Tirkiyeyê. Lewre valadernexistina Rêber Apo û xwendîderketina lê berpirsiyariya hemû demokrat û welatparêzên Tirkiyeyê ye.”

BEHDÎNAN