Biryar wê ji 3 mehan heta saletê bê eşkerekirin û ji aliyan re were ragihandin. Heyeta dadgehê ji bo parastina dawî bikin 3 roj dem da aliyan û rûniştin qedand.


‘Ji ber zextan pêvajo dereng ket’

Parêzerê Ocalan ê Yewnan Yîannîs Rachîotîs ji ANF’ê re li ser rêveçûna dadgehê axivî û anî ziman ku li ser daxwaza parêzerên Kurd ên Ocalan pêvajoya hiqûqî dest pê kiriye.

Parêzer Rachîotîs da xuyakirin, ku ji bo vekirina vê dozê 3 salan wan amadekarî kiriye û got, “Ji ber pozîsyona hevalên parêzerên Kurd û ji ber zextên li Tirkiyeyê, pêvajo hinekî dereng ket. Parêzerên destpêkê hatin vê derê, yanî yên ji bo vegotina rewşê hatin vê derê, hatin girtin. Demeke dirêj li girtîgehê hatin ragirtin yan jî neçar man derkevin derveyî welat.”

Parêzer Rachîotîs ragihand, ji bo rûniştina biryarê wî xwestiye bi Ocalan re hevdîtinê bike û bi rêya Sefaretxaneya Bilind a Tirk serî li Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê daye, lê belê hînê bersiv ji vê daxwaza wî re nehatiye dayîn.


‘Agahiyên ne zelal hene’

Parêzerê Ocalan got, “Tevî hemû zor û zehmetiyan piştî du salan me di sala 2008’an de karîbû dozê vekin. Bêguman di nava vê demê de hin pirsgirêkên din jî derketin pêşiya me” û axaftina xwe wiha dewam kir:

“Di wergirtina agahiyên li ser bûyerê de em li zor û zehmetiyan rast hatin. Ji ber ku agahiyên ne zelal ên li ser teslîmkirina Ocalan ji Tirkiyeyê re hebûn. Berpirsyarî jî ya hikûmeta Yewnan e; me jî dozeke tazmînatê ya qanûnî vekir.

Li Yewnanîstanê sûcên wezîr an jî parlamenteran di nava demeke kurt de dikevin ber qanûna ‘dem di ser re derbas bûye’. Tazmînata em dixwazin sembolîk e. Yanî, hikûmeta Yewnan vê nede jî, me ji bo li xwe mikurhatina hikûmetê ev doz vekir.


‘Têkoşîn wê diyarker be’

Parêzer Yîannîs Rachîotîs da xuyakirin ku têkoşîna gelê Kurd wê encama dozê û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar bike û destnîşan kir, ku ne pêwîst e ku mirov ji welatan gelek tiştan hêvî bikin, têkoşîna gelê Kurd wê gelê Kurd û Ocalan azad bike. 


 ANF/ATÎNA