Tosun a ku ji ber pirsgirêkên aborî bi malbata xwe re koçberî Osmaniyeyê bû, ji ber zextên malbatê di 17 saliya xwe de hate zewicandin. Piştî Tosun zewicî pirsgirêkên aborî disa pêşiya wan bûn asteng û ji bo tevkariyê bide aboriya malbatê di fabrîqeyekê de 9 salan aşvanî kir. Tosun 4 sal berê bi hevserê xwe re li Rihayê bi cih bû.
Li kargeha Tosun a bi navê "Salona taştê ya destê Xanimê" li gel xwarina taştê xwarinên din ên weke, mirîşk, kofte, masî, şormeya nîskê, tost, lahmacun û gelek xwarinên din tên çêkirin. Tosun, diyar kir ku dema ku nû kargeh vekir gelek pirsgirêk jîn û wiha got: "Zilmên Rihayê jinan biçûk dîbînin. Tenê jin zaroka tîne dinê. Karê malê dike. Mafê wê yê axaftinê tuneye. Zilamên vir xwedî ramana her tişt ji zilam re hatiye çêkirin in."
Tosun, anî ziman ku 3 salan ew rastî heqaret û gefên esnaf û zilmên tax hate û wiha axivî: "Di nav esnafên vir de tenê ez jin im. Ramana zilam a ku berê ez qebûl nekirim dest bi rêbaza tepisandin û çavtirsînê kir. Ji bo ku ez dikanê bigirim tu heqaretên nekirin neman. Li tax jî hevserên cîranên min gef li min dixwarin. Ji ber ku ez ji keçên wan re dibim mînakekî xerab. Gelo ku dera xebatê şerm e?"
Tosun, da zanîn ku serê şeveqê esnafên zilam ji wê re digotin "Te hêj dikanan xwe negirtiye" û wê jî ji wan re digot, "Dikana min tu caran girtî namîn e." û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Min li hemberî zîhniyeta zilma înat kir û min dikana xwe negirt û li dijî wê min hêj mezintir kir. Niha karê min gelek baş e û muşteriyên min jî zêde ne. Esnafên zilam ên ku ev yek dîtin dest ji min berdan. Di nava saleka dawî de tu bertek min nedîtin. Ez pejirandim."

DÎHA/RIHA