14´ê Îlonê êvarê bi banga Koordînasyona Heskîfê li ser medya civakî bi etîketa #HasankeyfİçinBirŞey Kampanyaya Tiştekî ji bo Heskîfê bike hat destpêkirin. Di encama vê kampanyayê de bi sedan kesî û bi dehan hunermendan "tiştek" kir.
Di nava beşdaran de Deniz Deman, Farqîn, Diyar, Cem Seymen, Orhan Aydin, Bariş Atay, Aynur Dogan, Baba Zula, Pinar Aydınlar, Ozan Emekçî, Pervîn Çakar, Dîlan Bozyel û Zehra Doğan jî hebûn.
Di çarçoveya kampanyayê de ji wezareta çandê ya Tirkiyeyê re ji bo ku Heskîf bibe mîrasa mirovahiyê di lîsteya UNESCO´yê de daxwazname hatin şandin. Wekî din çalakiyan jî 13´ê Îlonê dest pê kir bi mîtînga li Sydney a Awusturalyayê. Li bajarê Ingilîstanê Bristolê çalakgeran pankart bi pirekê ve daliqand û li bajarê Basrayê yê li Iraqê jî çalakgerên avê bi heman armancê çalakî li dar xist. Ji Berlîn, Hamburg, Hannover, Nurnberg, Frankfurt, paytexta Yewnanistanê Atînayê û li bajarê Welatê Baskê Bilbaoyê jî beşdariya roja çalakiyan çêbû. Kampanya hîna jî dewam dike û çalakger û parazvanên hawîrdorê dibêjin, têkoşîna wan wê betal nebe. Ji bo agahiyên bêhtir li ser mijarê jî malpera www.hasankeyfgirisimi.net û hesabên twitterê @hasankeyfdicle û @HasankeyfKoord hene.
NAVENDA NÛÇEYAN