Nûner û berdevkê Civata Xelk û Karkeran Kameran Elî Ebdulqadir wiha got: “Me çend caran bi awayekî aştiyane û sivîl daxwaz ji vê şirketê kiriye ku karê xwe rawestîne. Lê wan timî sozên xwe şikandine û me jî bi ti awayî şiddet bikarnaniye. Ew şirket ne tenê xwezayê xirab dike, belkî karker jî êdî nikarin 12 saetan kar bikin.”
Kameran Elî Ebdulqadir di daxuyaniyekê de wiha got: “Xwepêşanderên li gundên qûntara Bemo li ber çavê hêzên polîs, asayîş û karmendên şirketa petrolê, bi piraniya dengan biryar girtin ku demekê ji bo mana wê şirketê diyar bikin. Divê heta 20'ê cotmehê li vir nemînin. Berevajî em ê rêyên din bi kar bînin. Me çend caran daxwaz kir ku nûnerê wê şirketê amade bibe, lê amade nebûn.”
Li ser gilîkirina şirketa Gaz Prom ku qaşo Kameran Elî û welatiyên qûntara Bemo li beramberî şirketa wan tundî bi kar anîne, Kamûran Elî wiha got: “Gilîkirina wan vale ye, ji ber ku ez wekî kesek beşdarî çalakiyan bûyîm, dikarim bi çend vîdeoyên tomarkirî îspat bikim ku Kameran Mame Elî û welatiyan tundî bi kar anîne.”
AMED