Rêveberiya Kampê: Niha li kampa Holê zêdetirî 26 hezar jin û zarokên DAIŞ`ê yên biyanî dimînin. Heger tedbîrên pêwîst neyên girtin,Xetera belavbûna fikra DAIŞ’ê zêdetir bike.

EHMED MIHEMED / ANHA/HESEKÊ

Li kampa Holê ku girêdayî kantona Hesekê ye, 26 hezar jinên DAIŞ`î dimînin. 36 komên cuda xebatê di nava kampê de dimeşînin. QSD’ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, DAIŞ ji aliyê eskerî ve têk bir. QSD`ê di 23`yê Adarê de ragihand ku baregeha dawî a DAIŞ’ê ku li Baxozê bû, hatiye rûxandin.

Bi hezaran sivîl ji herêmên di bin desthilatdariya DAIŞ’ê de hatin rizgarkirin. Lê bi wan re bi hezaran malbatên DAIŞ’î jî xwe teslîmî QSD’ê kirin. Niha li kampa Holê zêdetirî 26 hezar jin û zarokên DAIŞ`ê yên biyanî hene. 3 hezar û 318 kon ji wan re hatine vedan. Kamp li ser rûbereke 2 kîlometreyên bi çarçik hatiye avakirin.

Li aliyê rastê yê kampê, kampeke cuda ji jinên çeteyên DAIŞ`ê yên Sûrî û Iraqî re hatiye veqetandin. Di nava kampê de qederê 15 hezar kesên ji malbatên çeteyan dimînin.

Xetereya belavbûna fikra DAIŞ’ê

Kamp ji aliyê komeleyên herêmî ve tê birêvebirin. Sazî û rêxistinên cihanê rewşa kampê paşguh dikin. Rêveberiya kampê bal kişand ser xeter û pewîstiya heyî û got, “Rewşa herî xeter ew e ku fikra DAIŞ’ê di nava malbatên wan de gelek zêde ye. Heger tedbîrên vê yekê neyên girtin, xetera belavbûna fikra DAIŞ’ê zêdetir dike.

Ji bo darizandina çeteyan bang

Rêveberiya kampê banga rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bangewazî li dewletên herêmî û navdewletî kir ku hemwelatiyên xwe yên DAIŞ’î wergirin jî bi bîr xist û got, “Piştî ku dewletên herêmî daxwazên Rêveberiyê red kir, vê carê jî Rêveberiyê ji bo dadgehkirina çeteyan banga avakirina dadgeheke navdewletî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Me jî weke Rêveberiya kampê bangewaziya ji nû ve perwerdekirina kesên li kampê kir. Lê belê, heta niha ti aliyan bersiva vê bangewaziya me nedaye. Heger projeyeke berfireh ji bo perwerdekirina van kesan neyê danîn, dê rewşa heyî aloztir bibe.

Guhertina hişmendiyê lazim e

Rêveberiya kampê xizmet û xebatên li kampê jî bi bîr xistin û got, “Jixwe, QSD jî bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku wan DAIŞ ji aliyê eskerî ve têk biriye, lê hîna jî xetereya şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê û hişmendiya wê heye.

Di vê pêvajoyê de ji nû ve perwerdekirina kesên li kampa Holê, girîng e. Divê ji bo wê gelek ked bê dayîn. Li kampê 36 aliyên sivîl û hikumî di nav kampê de dixebitin, tevî Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan û Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor jî hene. Xebatên wan bi giranî di warên lojîstîkî de ne. Ev rêxistin ji perwerdekirina kesên li kampê dûr in.

Pêşkêşkirina alîkariyên jiyanî û tenduristî, tiştekî ne şaş e û ew pêwîstiyek e, lê ya herî girîng, aliyê zanistî û ji nû ve perwerdekirin e. Ev xebat heger pêk were, dê mekanîzmaya xebatên rêxistinan baştir bike. Ji mekanîzmeya belavkirinê heta bi guhertina hişmendiya wan kesan da ku jiyana xwe ya asayî dewam bikin.”