Gerîlaya hunermend Bermal Çem bi salan e bi hunerê xwe li serê çiyayên Kurdistanê ji bo doza Kurdistanê têdikoşe. Çem diyar kir ku berpirsiyariya hunermendên Kurd ne tenê afirandina hunerê ye. Di heman demê de divê hunermendên Kurd hest û ramanên xwe ji bo doza welatê xwe bi hunera xwe re bikin yek. Çem bal kişand ser çanda Kurdan û bi bîr xist ku gelê Kurd xwedî dîrokeke qedîm e, lê polîtîkayeke bişaftinê ya mêtingeriyê li ser heye lewma divê li her derî çand û zimanê Kurdî bi pêş bixe. Çem da zanîn ku pewîst e zimanê Kurdî ne tenê li akademiyan, li mal, kuçe û kargehan werê bikaranîn û got: “Heke hunermend bi awayekî rast karibin bi berpirsyariya xwe rabin, dikarin di siyasetê de pêşengtir bin.”

Bi hevkarî êrîş tên kirin

Çem destnîşan kir ku çand û zimanê Kurdî xwedî kevneşopiyeke qedîm e û got: “Çanda Kurdî li gel ewqas zor û zextê jî heta roja îro hatiye. Lê heta kîjan radeyê xwe parastiye divê ev mijar bê nirxandin.” Çem da zanîn ku diyardeya desthilatdariyê tenê ne ji hêla fizîkî ve, bi qirkirina çandî re jî sazkar e, dema ku mijar dibin Kurd, herdu bi hev re têne sazkarkirin, mêhtingerî ji hêlekê ve bi qirkirina fizîkî û ji hêla din ve jî bi qirkirina çandî dixwaze Kurdan tine bike.

PKK bû geşedan

Çem diyar kir ku Kurdan di dîrokê de li dijî her cureyê qirkirinê berxwedanên mezin nîşan kirine û bi taybetî bi PKK’ê re destketiyên mezin derketine holê û wiha pê de çû: “Bi têkoşîna PKK’ê re di qada çandê de geşedanên mezin çêbûn. Kurd bêhtir li çanda xwe xwedî derketin û Kurd bi vê têkoşînê ji nû ve vejiyan.” Çem destnîşan kir ku xebatên çand û hunerê gihaştine asteke girîng lê li hember vê yekê dewleta Tirk bi bişavtina çandê dixwaze vê asteng bike û got: “Akademî têrê nakin, divê li her derê xwedî li ziman bê derketin û divê ziman bê axaftin. Her wiha divê di aliyê xwedîderketina ziman de jî hunermend pêşengiyê bikin û xwedî li çand û zimanê Kurdî derkevin.

 Fikr û kirin divê yek bin

Hunermend Çem piştrast kir ku heke civaka Kurd bi rengekî rast nêzîkî nirxên xwe bibe, hem di mijara pêşîlêgirtina qirkirinê û hem jî di bipêşketina çandê de wê serketineke girîng derkeve holê. Çem herî dawî bal kişande ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên wekî ‘Tenê dema ku ponijîn, raman û kirin yek be, karekî baş dikare were afirandin’ û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hunermend jî vê yekê bike. Ji ber ku tenê bi strandinê nabe. Hunerê ku çêkirî, çi qasî civakê ber bi rastiya wê ve dikişîne, çi qasî hişmendiyê çêdike û civakê diguherîne. Aliyê girîng ê huner ev e. Heke em karibin vê bikin, em ê hunerê rast bikin. Wê demê bi rastî jî em ê karibin bandorê jî li civakê bikin.”


RÊBAZ HESEN / ANF / KERKÛK