
Li gelek bajarên Elmanyayê, panelên bi rasthatina 25'ê Mijdarê, roja Têkoşîna li dijî Şideta beramberî Jinê, hatin lidarxistin. Di panelan de girîngiya perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li dijî serdestiya mêr, hatin destnîşankirin. Li Mannheîmê, Meclîsa Jinê ya Ronahî û Bêrîvan bi sernavê "Hevjiyana azad" li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) panelek li dar xist. Di panelê de wateya hevjiyana azad û perspektîfên Ocalan hatin nirxandin. Şideta li dijî jinê û tevahiya mirovahiyê hat şermezarkirin.
Jin weke neteweyeke bindest
Bi heman rasthatinê li NCDK´ya li Kolnê, Meclîsa Jinê ya Viyan panelek organîze kir. Lêkolîner Sultan Oger di panelê de gotarek pêşkêş kir û qala dîroka 25'ê Mijdarê kir. Di dewama gotarê de Oger diyar kir ku li Kurdistanê destavêtin û destdirêjî weke rêbaza şer tê bikaranîn û got, "Em jinên Kurd jî gelekî bindest in. Em têkoşîna zêhniyetê û neteweyî bi hev re dimeşînin. Em 40 sal in ku li dijî nîjadperestî, zêhniyeta yek al-yek ol-yek ziman û zayendperestiyê têdikoşin. Rêberê me gotibû, 'Gelekî ku jin lê ne azad in, nikare azad bibe. Şoreşeke bêyî jinê, nikare bi ser bikeve'. Jinên Kurd mîrateya têkoşînê ya jinên li gelemperiya cîhanê dewr girt."
Radîkalîzma îdeolojîk û konsepta xwe parastinê
Bi pêşengiya Însiyatîfa Jinê ya Nalîn Mûş, li bajarê Dusseldorfê bi wesîleya 25'ê Mijdarê li NCDK´yê panelek lidarxistin. Seroka Navenda Têkiliyên Jinên Kurd Meral Çîçek li vir axivî. Çîçek bal kişand ser zêhniyeta hevpar a DAIŞ û AKP'ê û got, jinên Kurd bi xweparastinê dest bi pêvajoya avakirinê kirine û li gelemperiya cîhanê pêşengiyê ji vê pêvajoyê re dikin. Sedemên bingehîn ên ku Tevgera Jinên Kurd ji tevgerên din ên jinê cuda dike; kûrahiya wê ya îdeolojîk, radîkalîzma wê ya îdeolojîk û konsepta wê ya xweparastinê ye."
Di dawiya panelê de ji bo çalakiya "Em jiyaneke bê Rêbertî ti carî qebûl nakin! Xweparastin li dijî faşîzmê" ya 25'ê Mijdarê ku wê li ber Dêra Domê ya Kolnê bê lidarxistin, banga tevlîbûnê hate kirin.
Wekî din, di 18-19'ê Mijdarê de li bajarên Bonn, Essen, Koln, Aachen, Koblenz, Dortmund, Bielefeld, Hagen û Wuppertalê panel hatin lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN