Ji Dayikên Plaza de Mayo Nora Morales Cortinas got, dilsoziya Leyla Guven a bi têkoşînê re gelekî bandor li wê kiriye û ew gelekî ji gelê Kurd hez dike. Ew di dema berxwenda grevên birçîbûnê de çûbû serdana Leyla Guvenê û li ser vê serdanê û tesîra li wê bûyî dibêje, “Ji roja ku çûm serdana Leyla Guven û vir ve, bûme heyranê wê û gelê Kurd. Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê ji mêj ve nas dikim. Min der barê wan de belgefilmek bi navê ‘Laçikên di dîrokê de’ çêkir, hesteke cuda ye. Roja ku min Leyla dît û ew hembêz kir rojeke taybet bû, ji ber ku dinyayeke cuda bû. Ne dinyaya me bû, dinyayek bû, min nas nedikir; lê gelekî bedew bû. Hurmeta ji lîderê siyasî Abdullah Ocalan re dihate nîşandan, eşkere dikir ku ev yek têkoşîn û berxwedaneke gel a rasteqîn e. Min hurmet nîşanî hezkirina wan mirovan da, ji ber ku mîna Leyla bi hezaran hevrêyên wê bi heman biryardariyê tevlî çalakiyê bûn û ev yek jî ji bo gel gelekî girîng û bedew e.”
Min ji gelê Kurd hez kir
Li ser çavdêriyên xwe yên mayî yên li Kurdistanê jî wê got, “Dema ku bi Alejandro Haddad re ji bo amadekirina belgefilmê çûm, ji bo min rewşeke gelekî girîng û cuda bû, ji ber ku min bi herêmê û rêûresmên wê nizanîbû. Lê min dît ku êşa dayikan û êşa min yek e û zimanekî ku êşên me ji hev cuda bike nîne. Daxwaza têkoşînê, biryardariya li dijî faşîzmê yek bû.
Dema ku meha Adarê çûm dîtina Leyla, min dît ku jineke 56 salî bi îradeyeke mezin di greva birçîbûnê ya nedorveger de ye. Dilsoziya wê jinê ya ji bo têkoşînê bandoreke cuda li min kir. Ji hingî ve bi hêza xwe hemûyî ji gelê Kurd hez dikim.”
Wê bi rêya ANF´ê silavên xwe ji Leyla Guvenê re şandin û hîviya serketinê û jiyaneke bi rûmet ji berxwedêran û gelê Kurd re kir.
NAVENDA NÛÇEYAN