
Sê birayên hev jî ji bo ji komkujî û zilama ku li ser gelê Êzîdî hatî meşandin bibin bersiv tevlî refên YBŞ’ê bûne. Her sê birayan diyar kirin ku pîşti tevlî bûne rastî ditîne û bang li ciwanên Êzîdî kirin ku tevlî nava refên YBŞ’ê bibin.
Ji sê birayan Sîpan Girzerik axaftinên xwe bi silavkirina gelê Êzîdîxanê destpê kir û sedema tevlîbûna xwe wiha anî ziman: “Piştî şehîdbûna xizmên me Şehîd Sîpan û Şehîd Berxwedan em sê bira tevlî bûn. Ji ber ku diviya bû çeka van hevalan nemîne li erdê. Tekane rêya parastina axa gelê me ya pîroz tevlîbûna hêza parastina gelê Êzîdî YBŞ’ê ye. Ji ber ku ji bo parastina vê axê, gelê Êzîdî û çanada wê tekane hêze ku berxwedanê dike. Hêviyên gelê me ji me ciwanan mezin in.”
Sîpan Girzerik diyar kir ku gelê Êzîdî di dema komkujiyê de derketin çiyan û diyar kirin ewê heta dawiya dilopa xwîna xwe vê axê biparêzin û wiha pê de çû: “Di rastiyê de ev pêvajo tam pêvajoya berxwedanê ye. Ji ber ku em çiqas li vê pêvajoyê xwedî derkevin emê ewqas bi hêz bibin. Li gor min divê gelê Êzîdî vegere ser axa xwe û li gotinên xwe xwedî derkeve. Dayika hevaleke me ku li Rojava şehîd bû dema şehîdbûna kurê xwe bihîst dest bi girî dike. Dema ji dayikê dipirsin dayê tu çima digirî? Dayik dibêje ‘ez ji bo kurê xwe nagirîm. Evqas zarok, jin û ciwanên me di destê çeteyên DAIŞ’ê dene. Ji ber ew hemû rizgar nekirin û şehîd bû ez ji bo wê digirîn’. Ev gotinên vê dayika Êzîdî ji bo me ciwanan peyameke. Divê em bibin bersvia van gotinên birumet.”
Şervanê YBŞ’ê Dilbixwîn Girzerik jî anî ziman ku divê ji bo jiyanek birûmet ciwan tevlî YBŞ’ê bibin û got: “Ji bo komkujiyên din çênebin divê ciwanên Êzîdî tevlî YBŞ’ê bibin.
ANDOK KERBORAN / ROJNEWS / ŞENGAL