Yek ji nûnerên Tevgera Demokrasî û Azadiyê ya Êzîdiyan (TEVDA) Munzur Dêrsimî diyar kir ku li Kurdistanê di rastiya neteweya demokratîk de yekitiya neteweyî ya Kurd ava dibe û got ku êdî Kurd wê li hemberî hev şer nekin û kilîda vê, têkoşîna li Şengalê ye. Dêrsimî li ser armanca TEVDA’yê û rewşa Êzîdiyên li Şengalê mane û her wiha li ser xebatên ji bo vegera Êzîdiyan tên kirin, pirsên ANF’ê bersivandin.
 
We çima pêwîstî bi rêxistinkirina TEVDA’yê dît?

Ji ber kîjan pêwîstiyan TEVDA wekî hewcedariyek derket pêş? Bêguman armanceke avabûna TEVDA’yê heye. Heta sala 2003’yan pergaleke ku Sedam ava kiribû hebû. Civak li Iraqê bi pergala dîktator a Baasê dihatin birêvebirin. Di 2003’yan de ev rejîm belav bû. Bi belavbûna wê re hinek derfet derketin holê. Gelê me yê Êzîdî jî xwest ji vê yekê sûdê werbigire. Gelê me yê Êzîdî bi hezaran salan bê pergal hatibû hiştin. Ji siyaset û polîtîkayê dûr hatibû girtin. Vê jî bi gel re rê li ber pêwîstiya rêxistinbûnê vekir. Wan bi xwe dîtin ku ev hewcedariyek e û divê xwe wisa bidin xuyakirin. Gelê me yê Êzîdî di nava xwe de pir belav û parçe ye. Ev parçebûn zêdetir eşîrtî û herêmî ye. Xwestine vê rewşê bidin qebûlkirin. Ên ku ev kirine jî bi ser ketine. Ji ber vê li ser lêkolîn hatine kirin. TEVDA bi kurtasî li ser van esas û xebatan hatiye destpêkirin. ‘


Heta niha hûn çiqasî bi ser ketin, ji bo serkeftinê astengiyên li pêşiya we çi ne?
Ji roja ku em hatine avakirin heta niha xebat hatin meşandin lê di asta ku dihat xwestin de nebû. Di demên dawî de bi komkujiya li ser Êzîdiyan re TEVDA wekî hêza ku gel parast derket holê. Kesên ku digotin em xwediyên vî gelî ne, çawa komkujiya li ser Êzîdiyan dest pê kir, beriya her kesê reviyan û niha her kesê dît ku yekane hêza xwedî li vî gelî derket TEVDA bû. Ev di heman demê de ji bo TEVDA’yê ezmûnek bû. Xwe îsbat kir. Ji bo gelekî ku bi salan bû hatibû şikandin, qebûlkirin ne hêsan bû. Hele hele bi siyaset û polîtîkayê xweispatkirin pir zor bû. TEVDA’yê ev bi ser xist.
Piştî komkujiyê TEVDA zêdetir ket bin berpirsyariyê. Lê divê em hê bêtir ji bo pirsgirêkan bibin bersiv. Di vê mijarê de em di nava xwe de pir nîqaşan dimeşînin. Em kêmasiyan nîqaş dikin û encaman derdixin holê. Ev encam rê li ber nûbûna me vedikin. TEVDA’yê li Çiyayê Şengalê roleke girîng lîst. Hewcedariya vî gelî bi kon û xurekê hebû. Bi derfetên di destên me de me ew çareser kir. Hemû alîkariya ji bo me hat me li gel belav kir. Me kamp ava kirin. Li kampên ku hatin avakirin civînên nîqaşê pêk tên. Li vir fikrên gel tên girtin. Hewcedariyên wan tên destnîşankirin.

‘Dixwzain Êzîdî parçe bibin’

Şengal ji bo baweriya Êzîdiyan navendeke girîng e. Di pêvajoya komkujiyê de hemû cîhanê ev dît. Ji ber vê yekê gelê Êzîdî divê çawa nêzî Şengalê bibe?

Divê TEVDA bi giştî bibe tevgereke ku gelê Êzîdî temsîl dike. Divê hemû qad wisa nêz bibin. Divê ev li hemû derên ku gelê Êzîdî dijîn derbasdar be, ango navekî ku hemû Êzîdiyan digire nav xwe be. Ev dê parçebûna Êzîdiyan ji holê rake. Wê wan bike hêzeke mezin. Wê di aliyê siyasî û bîrdozî de jî bikin hêz. Ger ev nebe wê di rêxistibûnê de jî parçebûn hebe. Di vê rewşê de di cîhanê de ev nayê qebûlkirin û hewl dide bike desthilatdariyê. Jixwe bi hezaran salan e li hemberî gelê Êzîdî serdestiyeke mezin heye. Tê xwestin ku ev gel bê tunekirin. Mînak hinek kom û hinek kes ku ji nava Êzîdiyan derketine dixwazin ev rewşa parçebûnê bidome. Ev jî ji Êzîdiyan re xizmetê nake. Di vê pêvajoya komkujiyê de jî van koman nêzîkatiya xwe berdewam kirin. Ji bo vê em ketin nav hewldanan, me xwest em tifaqê, yekitiyê ava bikin. Lê tu kes nêzî vê nebû. Me got bila Şengal bibe navenda gelê Êzîdî. Me got bila hemû Êzîdî wisa nêzî Şengalê bibih. Me got hem di warê hewcedariyê de hem jî di warê siyasî û bîrdozî de, tiştekî wisa ji bo Êzîdiyan gelek girîng e.

Niha li Çiyayê Şengalê çiqas mirov hene? Çima we ev der terk nekir?

Li ser gelê Êzîdî hesab û planek mezin hebû. Planên tasfiyekirina topyekûn hebûn. DAIŞ hêzeke çekdar e. Hêzeke çeteyan a ku bi çek e. Lê yên ku aqil didin cuda ne. Mekanîzmayên cuda van planan dikin û DAIŞ jî wan planan pêk tîne. Komkujiya li hemberî Êzîdiyan ji zû ve hatibûn plankirin. Plan ev bû ku êrîşî Şengalê bikin, dora Çiyayê Şengalê dagir bikin, qetil bikin û yên mabin jî birevînin, Şengalê vala bikin. Plan ev bû. Piştî ku vê planê negirt, vê carê berê xwe dan Kobanê. Şikestina Kobanê şikestina hemû Kurdistanê ye. Di serkeftina Kobanê de îradeyeke Kurdan a li Kurdistanê derket holê. Yanî Kurd ne Kurdên berê ne. Kurdên demokratîk hene. Bûne hêzeke mezin li cîhanê.

Komkujiyek mezin li ser Êzîdiyan pêk hat. Îro hemû cîhanê ev dît û qebûl kir. Heta niha hemû cîhanê digot PKK mirovan direvîne, terorîst e. Lê îro nikare bêje. Çima?

Ji ber ku bi hezaran kesê ji komkujiyê xilas kir. Nedîtina vê bêwijdanî ye. Îro tevgera herî însanî PKK ye. Herî dawiyê bangek we heye? Divê hemû mirovahî û bi taybetî jî gelê Êzîdî xwedî li Şengalê derkeve. Divê ji bo Şengalê korîdorek bê vekirin û kampanya bên meşandin. Divê di her alî de xwedî li Şengalê derkevin. Banga min ji bo ciwanên me ev e ku dest ji axa xwe ya pîroz bernedin. Van axan bernedin û neçin. Em bang li yên ku çûne dikin û dibêjin bila bên axa xwe û parastina wê bikin.


SÎNAN DENÎZ/ANF/ÇIYAYÊ ŞENGALÊ