Greva birçîbûnê ya komek ji aktîvîstên Elman a li dijî tecrîdê doh li Berlînê piştî roja 3´yan yanî piştî qedandina 72 saetan bi dawî bû.
Ji bo piştgiriya bi grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li dijî tecrîdê tên lidarxistin, komek ji aktîvîstên Elman pêr dest bi greva birçîbûnê kiribû.
Greva birçîbûnê li Heinrichplatzê ya li navçeya Kreuzbergê ya paytexta Elmanya Berlînê bi şîara, “Leyla; tu û têkoşîna te di dilê me de ye“, pêk tê. Çalakî di roja sêyemîn de ye.
Doh bi rengekî girseyî serdana 6 çalakgerên greva birçîbûnê hate kirin. Çalakgerên greva birçîbûnê tevî grevê her wiha di nava rojê de li ser tecrîdkirina Ocalan belavok belav kirin.
Di serî de Kurdistanî, gelek Tirkiyeyî û Elmanan serdana çalakgeran kir. Herî dawî doh komek ji aktîvîstên ji Baskê çûn serdana konê çalakiyê. Aktîvîstên Baskî diyar kir ku ew piştgiriyê didin daxwaza aktîvîstên Elman a ji bo bidawîbûna tecrîdê.
Hevseroka NAV-DEM’ê ya Berlînê Nûjiyan Gunay jî piştî serdana çalakgeran daxuyaniyek da çapemeniyê û bang li raya giştî ya Elman kir da ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan bi berpirsyarî tevbigere.
BERLÎN