Parlamentera Yekîtiya Ewrûpayê (YE) ya Partiya Çep a Swêdê, Malin Bjork soz da çalakgerên greva birçîbûnê ku ew ê piştgiriya wan bike. Bjork bi rêya ajansa ANF’ê ji berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê re axivî û got, “Em bi hev re ji bo demokrasiyê û mafên mirovan ên Kurdistanê, ji bo azadiya wan têdikoşin.”

Bjork diyar kir ku ew du caran çûye serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Strasbourgê, bi CPT´yê re têkilî daniye û got, “Divê niha guhertinek pêk were. Em; siyasetvan neçar in ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û têkoşîna we bidomînin. Ez soz didim we. Em; Partiya Çep xwedî li doza we derdikevin û têkoşîna we ya ji bo demokrasî, mafên mirovan û azadiyê, têkoşîna me ye.”

ANF / STOCKHOLM