Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah a ku li Kobanê li cem gelê ber xwe dide cih digire derbarê şerê li Kobaniyê de axivî. Abdullah, diyar kir ku 14 rojin berxwedaneke bêhempa li Kobanê pêk tê û gel û şervanên YPG û YPJ’ê dîrokê dinivîse û berxwedana Kobanê hêzê dide hemû gelê kurd û wiha got: “Li Kobanê rûmeta gelê kurd û axa wan dê parastin. Ji ber vê yekê divê hemû gelê me di berxwedanê de cih bigirin. Divê li cem gelê Kobanê û şervanan cih bigirin.” Abdullah, anî ziman ku li Kantonê berxwedan li hemû qadan belav dibe û şereke vînê tê dayîn. Şervanên YPG û YPJ’ê bi riheke fidaî li eniyan gel û axa wan diparêzin. Ev berxwedan di asta herî bilind de ye. Şahadetên li her eniyê pêktên bi lehengiyeke mezin pêk tên. Divê hemû gel bi vê rihê bê cem hev, çi be bila bibe rewşa li wir pirsgirêka neteweyî ye. Vîna neteweyî ya kurd û destkeftiyên neteweyî îro li Kobanê ne.” Abdullah bang li hemû rêxistinên kurd, pargî û gel wiha kir: “Li vir kedeke gelek mezin hate dayîn û tê dayîn. Berxwedana li Bakûrê Kurdistanê û Ewropa tê dayîn bêçek e lê gelek girîng e.”


‘Armanca wan komkujî ye´

Abdullah, da zanîn ku hinî êrîşên li ser Kobanê bidomin divê gelê kurd bi nava rêxistînbûyînê de tev bigere û divê çalakî bidomin û bên zêdekirin. Abdullah, balkişand ser asta gelê kurd gihiştiyê, têkoşîna ji bo azadiyê hatî dayîn, êrîşên li ser Kobanê û bexwedana Kobaniyan. Abdulla, bilêv kir ku nûçeyên Kobanê hate valakirin derew in û wiha pê de çû: “Çete dixwazin bi çekên giran ên êrîşê li me dikin komkujiyeke mezin çêbikin lê gel û hêzên parastinê li her qada şer ber xwe dide. Abdulla, destnîşan kir ku hêzên YPG û YPJ’ê gel ji komkujiyeke mezin xilas kir û kantonê diparêzin û pêşiya komkujiyan girtin. Abdulla, diyar kir ku li hemberî gelê Kobanê û berxwendê propagandeyek qirêj tê meşandin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Armanca van propagandayen tê fêmkirin. Ji bo berxwedan neyê dîtin wan nûçeyan çêdikin. Piraniya gelê me li Kobanê ye. Gelê gundên bi armanca ewlehiyê hatin valakirin jî li kantonê ye. Gelê me Kanton valanekiriye. Li Kobanê jiyan û berxwedan di heman awayî de dimeşe. Hikûmeta Kantonê hemû li Kobanê ye. Nûnerên hemû saziyan li kantonê ne.”

‘Dixwazin Kobanê vala bikin´

Abdulla, anî ziman ku têkildarî rewşa dawî gel agahdar dikin û gelê kantonê di nava xebatan de cih digirin û wiha axaftina xwe berdawam kir: “Gel ji hemû tiştî re amade ye. Hejmara kesên vegeriyan kantonê zêdebûye. Dixwazin nêrîna gelê Kobanê li ser riya koçberiyê ye pêk bînin lê ev yek rast nîn e.” Abdulla, da zanîn ku ji roja şoreşa gel a Rojava dest pê kir heya niha tenê Kobanê na parastina hemû gelê kurd esas girtin û balkişand ser girîngiya YPG’ê û wiha got: “YPG hêza xwe ji gel digire. Hemû hêzên me bi vîn û rêxistiniyê peywirên xwe yên neteweyî bi cih tînin. Çiqas êrîş hebin jî baweriya me bi gelê me heye. Tu hêz, netewe û vîn li pêşiya gelê me xwe nagirtin.” Abdulla, da zanîn ku divê têkoşîn û berxwedana gelê Kobanê baş bê xwendin û wiha axivî: “Berxwedana 14 rojan divê ji aliyê hemû kesî ve bê nîqaşkirin û fikirîn. Ev têkoşîn ji bo hemû gelan e.”

KOBANÊ