
Konseya Tevgera Yekîtiya Jinên Şoreşger (TYJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî hat ragihandin. Di nava tevgerê de Yekîtiya Komunaran a Jinan-DKP, Partiya Komunîst Maoîst, Rêxistina Jinên Komunîst-MLKP, PAJK, THKP-C/MLSPB pêk tê. Di destpêka daxuyaniyê de TYŞJ, 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî li hemû jinan û li hemû nasnameyên cinsî yên bindest ên ala têkoşînê û berxwedanê hil didin, pîroz kir.
TYJŞ got: “Weke jinên li hemberî rastiya cîhana emperyalîst- kapîtaslîst, li hember zîhniyeta zilamê serdest û faşîzmê şer dikin em Tevgera Yekîtiya Şoreşgerî ya Jinan di ev roja watedar de ji bo jinan û ji bo gelan îlan dikin!”
‘Avakirina pergala azadiyê ye’
Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Em weke afirînerên esasî yên civakê û dîrokê, cesareta me ya azadiyê; rêxistinbûn, têkoşîna yekbûyî û zanebûnê ferz dikin. Bi taybet hêzên me yên belave û perçebûyî li hember binxistina faşîzma zilam û sîstema demokratîk û azadîxwaz a ku emê bi destê xwe ava bikin, astengeke cidî ye. Ji bo bihûrîna van astengiyan hemûyan em bi bilindkirina ala têkoşîn û rêxistinbûna yekbûyî pêş ve diçin.
‘Hêvî, cesaret û biryardarî’
Hêvî, cesaret û biryardariya me xwedan wê hêzê ye ku hemû astengiyên derkevin pêşiya me bin bixîne. Ji bo polîtîkayên zihniyeta serdestiya zilam a dewletê û faşîst ku li ser jinan tê meşandin ji holê rabikin, bi pêşxistina hemû şêwazên rewa yê têkoşînê em bi biryarin ku di şerê xwe yê şoreşgerî de bibin pêşeng. Li ser vê bingehê sistema serdest a zilam ku xwedî dîrokeke pênc hezar salan e, li hember êrîşên birdozî, polîtîk, aborî, fizîkî û psikolojîk têkoşîn dayinê em weke sedema man û nemanê dibînin.
Gihiştina hev a jinên azadîxwaz
Bi awayekî rojane li hember êrîşên îtîfaka faşîst a AKP-MHP’ê pêş dixe, li hember pêkanînên rêveberiya awarte, li hember pêkanînên îstîsmarker û tecawûzkar ên li hember jin û zarokan, cardin li hember mêtinkirina keda jinê em têkoşînê esas digrin.
Li hemberî her cure polîtîkayên netewperest, gelan dike dijminê hev û berê wan dide şerê hundirîn, bi rengê yekgirtî yê jinê têkoşîn meşandinê, li ser vê bingehê em hedef dikin ku bi hemû jinên alîgirên azadî û wekheviyê re bên gel hev.”
‘Em bi yekîtiyê şoreşê pêk bînin’
Daxuyanî balê dikişîne ser êrîşên li ser xwezayê û wiha berdewam dike: “Weke Tevgera Yekîtiya Jinên Şoreşger (TYJŞ), em bang li hemû jinên xwedî nasnameyên cûda yên li ser erdnîdariya Anatolya û Mezopotamyayê dijîn dikin weke Tirk, Kurd, Laz, Çerkez, Suryanî, Romen, Ermenî, Ereb û Elewî dikin da ku li hemberî hemû sîstemên faşîst û desthilatdariya zilam serî rabikin! Dîsa jinên karker, gundî, xwendevan, bê kar, memur û dayik li hemberî ev sîstema ku êdî nahêle mirov nefes bigre em bangî yekîtiyê dikin da ku em bi yekîtiyê şoreşê pêk bînin!
Zanebûna azadiyê, yekîtiya rêxistinbûnî û çalekbûna şoreşgerî wê hêza me jinan bike yek û jiyaneke ku mirov bikaribe têde bijî wê ava bike. Li hemberî her cure bêçareseriya sîstema hundirîn alternatîfa me şoreş e, jiyana demokratik û azad a bi destê jinan tê ava kirin hedef e. Em weke jin, emê bibin avakerên rastîn ê civaka bê sînor û bê çînayetî.”
‘Ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan’
Bi vê bîr û baweriyê weke hemû endamên dilsoz ê şervanên rêxistinkirî yê Tevgera Yekîtiya Şoreşgerî ya Jin û jinên xwedan lêgerîna azadiyê, bi hemû hêzên demokratîk şoreşger ê Tirkiyê, Kurdistan û hemû cîhanê re li ser esasê hevrêtiyê em bi hev re ne. Weke (Tevgera Yekîtiya Jinên Şoreşger) TYJŞem hemû şervanên şoreşgerên jin bi şîara ‘emê faşîzmê û serdestiya zilam binbixînin’ bangî têkoşîna yekbûyî dikin.
Têkoşîna me tê wateya têkoşîna pêkanîna xeyalên şehîdan. Erka me xwedî derketina mîrateya pîroz a Sarayan, Saryayan, Berçeman, Serpîlan, Eyleman, Bernayan, Sefa gulan û Laleyan e. Hetta ked, beden û nasnameya jinê azad bibe emê bi biryar şer bikin. Li ser vê bingehê em cardin di xeta şehîdên şoreşger de banga xurt kirina şer û bilind kirina têkoşîna yekîtiya jinên şoreşger dikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN