Nehro Xaneqînî li navçeya Xaneqînê ya Diyale ev 25 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan  di greva birçîbûnê de ye.Berxwedêr Nehro Xaneqînî bang li xelkê Xaneqînê kir û got; “Ez bang li bajarê xwe Xaneqînê ku di dîrokê de ji bo nasname û Kurdbûnê de qurbanî daye, li dijî Baasiyan û siyaseta rûxandin û dagirkeriyê xwedî helwest bû, dikim ku êdî bêdeng nebin û di asta nîştimanî de çalakiyan bikin. Pêwîste dilsoziya xwe ya bi  Ocalan re nîşan bidin. Ji bo mafên xwe û tevahiya gelê Kurd xebatê bikin.”

Nehro Xaneqînî  balkişand ser asta têkoşîn û berxwedana li dijî tecrîdê û got;”Herku diçe çalakiyên grevên birçîbûnê li Kurdistanê, derveyî welat û zindana berfireh dibin. Divê êdî hikûmeta Tirk û qada navneteweyî li ser daxwazên çalakgeran û tecrîda li ser Ocalan bêdeng nebin. Lazime ji sazî û dezgehên berpirsyar were pirsin sedem çiye bi hezaran mirovan dest bi grevê kirine û canê xwe feda dikin? “

 

ROJNEWS/XANEQÎN