Li Îran û bi taybet jî li Rojhilatê Kurdistanê bi salan e ku di navera partî û rêkxistinan de nakokî û dijbertî hene. Avakirina dîroka desthilatdariya Îranê li ser esasê nanokiyan di navbera gelan, partiyan, bajaran, kolanan û însanan de çêbûye û bi wî awayî jî xwe bi rêve dibe. Nexasim di sedsalên dawî de bi zêdebûna partî û rêkxistinan nakokî zêdetir bûne. Nakokî dema ku esasê xalên dijberî hev bin, wî çaxî ev nakokî wê kûrtir be. Ev rastî li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê zêde berbiçav e. Gelek caran partî, rêkxistin û kesayetan xwestin nakokiyan di navbera wan de bê rakirin da ku derbasî diyalogên dostanî bibin. Lê ji ber mêzekirina xalên dijber nikarin bigihîjin encamekê. Nakokiyan di navbera partiyan de kir ku perçebûn çêbe û roj bi roj lawaz bibin. Aniha jî li dijî rejima molayan ji ber parçebûn û nakokiyan kes nijare tiştek bike.
Li Kurdistanê di navbera partiyan de ji hev fêhmkirin û qebulkirinê zêdetir reqabet heye. Reqabet zêdetir li ser esasên hevûdû tunekirin e. Ev dikare destê dagiker ji her alî ve xurt bike. Ji bo ku em bikaribin reqabeteke rast û tendurist bikin, pêwîstî bi civakeke azad û demokratîk heye. Heya civak û welatek ava nebe nikarin reqabet jî bikin. Loma jî pêwîstî ji her demê bêtir avakirina zemîna diyalogê û ji hev fêhmkinê heye.
Partiya me PJAK ji roja destpêkê heya niha li ser esasê ji hev fêhmirinê tevgeriyaye û ji bo avakirina zemîneke hevgirtî gav avêtine û gavên hatine avêtin jî êrênî dîtiye. Aniha jî li ser vê esasê piştî kongreya pêncemîn ji bo danîna pêwendiyan li gel partiyên din û rakirina nakokiyan gavên dostanî avêtin. Bi van gavan, dagiker û neyarên Kurdan dibehecin. Siberoja ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê guherîn û veguherînên mezin pêk bên, ji xeynî hevgirtinê gelên Kurdistanê nikarin bi ser bikevin. Li Rojhilatê Kurdistanê partî zêde ne, heger ev partî bikaribin bi hev re ber bi pêngava serkeftinê ve biçin, vî çaxî wê serkeftinê mîsoger bikin. Lê heger berovajî ji hev dûr bikevin û li dijî hev rabin, ji vê yekê wê tenê dijmin sûd wergire.
Di Rojhilatê Kurdistanê de eger koordîneyekê hevbeş di navbera partî û rêkxistinan de ava nebe, bi kurt û kurmancî serkeftin zehmet e. Koordîneyeke ku bikaribe di nav hevsengiyekê de her aliyê siyasî, civakî, leşkerî û rêkxistinî di nava xwe de bihewîne, zerûrî ye. Heya niha boçûneke li ser esasê mezinkirina nakokî û israra li ser wan nakokiyan siyaset li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bi rêve çûye. Ji bo vê jî nikarin encam bi dest bixin û her roj perçebûn zêde dibin. Parçebûna siyasetê kir ku civak jî parçe bibe. Civaka ku xwe bi salan li beranber dagiker parastiye, aniha ji ber wan nakokiyan parçe dibe. Tekane rêka parastina civakê, hevgirtina partî û rêkxistinan e. Piştî damezirinadina partiya me PJAK’ê hin derûdor ji ber gelek kesan partiya me ji xwe re wekî alternatîf dît, dest bi dijbertiyê kirin. Partiya me hesasiyet û boçûna rêkxistin û partiyan jî li ber çavan digire û li gorî vê yekê tevdigere. Ji lewre em gavek nû di sahaya têkoşînê de dimeşînin. Ser vê esasê aniha em pêngava ji hev fêhmkirin û yekemîn pîvana demokrasiyê yanî hev qebûlkirinê, li gel partiyan dimeşînin û dixwazin ji bo sibe bi avakirina zemîna diyalogê bikarin bihigîjin xebat û karên hevbeş. Avakirina eniyekê beranberî dagikeriyê. Dem dema guherîn û tekoşîneke hevbeş û hevgirtî ye.