Di vê berxwedanê de rola jinan pir zêde ye. Jinên ku li hemberî bê derfetiyê derdikevin, der basî qada hilberînê bûn û pêdiviyên gel tînin cih. Jinên ku Atolyeya Tekstîlê ya Amargî avakirin, ji hemû pêdiviyên cil û bergên Kantona Kobanê re dibin bersiv. Xebata ku di odeyeke biçûk de dest pê kir, niha bi tevlibûna 70 jinan mezintir bûye. Midûra Atolyeyê Fatma Kalo der barê kar û xebata jinan de axivî û diyar kir ku riyên ku Kantona wan bi Kantonên din ve girê dide, ji ber ku di destên çeteyan de ne, her ku diçe bûhayê tiştan ligel wan zêde dibe. Fatma da zanîn ku wan bi pêşengiya Yekitiya Star atolyeya tekstîlê vekirine û wiha got: “Destpêkê me di odeyeke biçûk de dest bi vî karî kir, lê her ku pêdiviyên me zêde bûn, me karê xwe mezintir kir. Ji derve de pêdiviyên kantonê nayên bicihanîn. Ji ber vê yekê me jî xwest em ji bo gelê xwe karekî bikin û me ev atolyeya tekstîlê ava kir. Ji bo gel xebat me keyfxweş û bextewar dike. Ji ber ku derdora Kantona me dorpêç kiriye, kincên ku em didûrin li esnafên bajar belav dikin. Em kincên xwe erzan difirûşîn gel. Em ji bo şervanên YPJ û YPG’ê jî kincan didûrin.”


Jin ji malan derketin
Fatma destnîşan kir ku jin ji ber şer û nebûna aboriyê koç dikin û wiha bi lêv kir: “Em dixwazin van sedeman ji holê rabikin. Destpêkê me hişt ku jin di aliyê aborîde li ser lingê xwe bimînin. Dema ku ev yek bi awayekî hîn baştir pêş bikeve, dê kes ji necarî axa xwe terk neke. Jinên ku li atolyeyê dixwebitin, piştgiriyê didin aboriya malbata xwe. Jinên ku heya niha nedikarîn ji malên xwe derkevin, niha xwedî kar in. Piştî şoreşa Rojava jin ji malên xwe derketin.”

Pêdiviyan pêk tînin

Jina bi navê Medya Qasim jî diyar kir ku ev sê sal in li atolyeyê dixwebite û wiha axivî: “Ji bo ku ez hewcedarî tu kesî nebim, min xwest di atolyeyê de bixebitim. Di xeyalên me dê rojekê em ê bên li vê derê bixwebitin û ji bo gelê xwe xizmetê bikin, qet tune bû. Beriya ku li vê derê dest bi kar bikim, li malê dimam û min tu kar nedikir. Niha Kantona me di dorpêça çeteyan de ye lê em ê bi vê xebata xwe vê dorpêçê ji holê rabikin. Bêyî ku hewcedariya me bi dewletên desthilatdar hebe, me bi xwe xwe pêdiviyên xwe bi cih dianîn. Ev yek me kêfxweş dike û hîn zêdetir bi me re hêzê dide avakirin.”

´Emê xebat mezin bikin´

Xebatkara atolyeyê Îlham Şexo jî da zanîn ku ew bi awayekî hevpeş karê xwe bi rêve dibin û wiha got: “Em herî zêde dema xwe li vê derê derbas dikin. Bi vê xebata xwe em dixwazin piştgiriyê bidin, malbatan, YPJ û YPG’ê. Ev xebat me pir keyfxweş dike. Bila hemû jin werin em bi hev re vê xebatê bi serbixin û Kantona xwe hîn mezintir bikin. 

JINHA