Ji rojnameya me Bariş Balseçer bi Mîrza Metîn re li ser şanoyê û Şermola Performansê peyivî. Şermola Performans sala 2008´an bi destê wî û û Berfîn Zenderlîogluyê li Stenbolê hatibû damezrandin û xwe têra xwe jî bi xelkê û temaşevanan dabû naskirin. Wê di warê teknîkên sehneyê û aktoriyê de jî şanoya Kurdî dewlemend kiribû. Lê belê, ji ber pirsgirêkên madî, neçar ma mekanê xwe dewr bike. Metîn Mîrza ji bo vê rewşê dibêje, “Niha êdî mekanê me nîne, lê belê temaşevanên me hene; em niha şanoyeke seyar in.”

Şermola Performans yek ji wan şanoyan e ku bi biryara di hukmê qanûnê de (KHK) nehatiye girtin. Lê ji ber ku piştî Rewşa Awarte (OHAL) êdî wan nekarîn sehneyan peyde bikin da ku lîstikên xwe nîşan bidin. Weke mînak jî ew dibêje, “Du lîstikên me yên mezin ên ji bo dikê Serencama Qijikan sala 2016´an û Panopticon sala 2017´an bûn. Lê ji ber ku me nekarî biqasî ku lazim bû nîşan bidin sehneyan peyde bikin, em neçar man ku em nîşandanê bi dawî bikin. Pirraniya sehneyan bersiv neda me. Halê hazir li Stenbolê pirsgirêkên me van her sê salên dawiyê du caran li berê zêde bûn.”

Ji bo Mîrza Metîn, bêmekanî “tiştekî mîna bêmalî û heta bêwelatî” ye. Ji ber wê jî ew dibêje, “Ji bo ku em maleke nû ava bikin, amadekariyeke me ya aram heye.”

 

Pirek di navbera şanogerên Kurd û Elman de

Ev amadekariya aram ji bo ofîsa Elmanya ya Şermola Performansê ye. Li Kolnê ofîs hatiye vekirin jî. Lewma jî Mîrza Metîn dibîje, ew ê xebatên xwe hem li Stembolê û hem li Elmanyayê û pê re jî li Ewrûpayê bi awayekî bi rêkûpêk dewam bikin. Mîrza Metîn bi Fringe Ensemble re xebatên xwe dimeşîne û wê pêşî lîstika xwe ya ku nivîsa metna wê bi dawî kiriye ya bi navê Acht/Heşt nîşan bide. Promiyera wê dê 5-6´ê Tîrmehê li Kolnê çêbe. Mîrza Metîn wekî din komek amade kiriye ji bo ku li ser lîstikên bi Kurdî karibe bixebite. Ew dibêje, ew hewl dide di navbera şanogerên Kurd û Elman de girêdanekê çêke.

 

Dixwazin şanogerên Kurd bigihînin hev

Mîrza Metîn niha weke “Nivîskarê metna şanoyê yê residence” li Elmanyayê dimîne. Li ser projeya xwe ya li jor me behsa wê kir ew dibêje, “Niha, ew lîstika ku min nivîsîna wê beriya bi çendekê bi dawî kir a bi navê Acht/Heşt heye, metna wê bi Elmanî ye. Ez ê wê derxim ser sehnê. Tugsal Mogul lîstikvaniya wê dike. Kemal Dinç wê muzîka zindî ji bo wê îcra bike. Ev ê bibe projeya yekê ya serbixwe ya Şermola Performansê ya li Elmanyayê. Ez projeyê bi desteka madî ya NRW Kunststiftungê çêdikim. 5 û 6´ê Tîrmehê li Urania Theater li Kolnê em ê promiyerê bikin. Paşê di sezona nû de em ê lîstikê hinekî bigerînin.

Li aliyê din ez komekê amade dikim ji bo ku pê re li Kolnê li ser lîstikên bi Kurdî kar bikim. Wekî din hin proje hene ku divê hîna bikemilin.

Bi Frank Heuel re ku rêveberê Fringe Ensemble e, me projeyeke bi navê Nexus bi pêş xist. Me bi navê Nexus: Tevna Şanogerên Kurd-Elman malperek çêkir. Em şanogerên bi Kurdî dizanin ên li Elmanyayê diçin tesbît dikin û wan li vê tevnê zêde dikin. Em tevî aktor û aktrîst, nivîskarên metnan, derhêner û dizaynkerên Kurd û Elman komxebatan organîze dikin. Em dixwazin di navbera şanogerên Kurd û Elman de hevnasînekê ava bikin.”

 

STRASBOURG       

 

                                                                             

Di sezona nû de sê lîstikên şanoyê

 

Mîrza Metîn dibêje ji bo sezona nû bi awayekî zelal sê lîstikên wan hene. Yek jê Act/Heşt e 5 û 6´ê Tîrmehê wê promiyera wê li Kolnê be. Ya din jî “Antî Kilama Têlîyê” ye. Promiyera wê wê di sezona nû de li Stenbolê be. Lîstikeke din jî “Monologa Minê ye”. Ev lîstik wê promiyera xwe li Kolnê bike û paşê li Elmanyayê li gelek deveran derkeve ser dikê.