Enwer Bîrza bavê 5 zarokane û 14 salan wek pêşmerge li hember rejîma Sedam şer kiriye û di şerekî de ji milê xwe birîndar bûye. Her wiha 5 salan di zindanên Baasê de maye û rastî gelek îşkence û zextan hatiye. Li gel vê yekê jî ti caran dest ji tekoşîna azadiya Kurd bernedaye. Bîrza dibêje ku di dema pêşmergetiya xwe de jî pirtûk dixwend û wiha berdewam dike: “Ne şer û ne jî zindan li pêşiya pirtûkxwendina min nebûne asteng. Ez bi pirtûkan mezin bûm û bi pirtûkan re jî kal dibim.” Bîrza di derbarê elaqeya ji pirtûkxwendinê de jî wiha dibêje: “Xelkê Silêmaniyê ji xwendina pirtûkan hez dikin û rojane bi dehan kes tên û pirtûkan dikirin.”
Enwer Bîrza li kêleka pirtûkfiroştinê, wergerê jî dike. Heta niha 4 pirtûk ji erebî vegerandiye Kurdî. Bîrza ji qilûbeya xwe ya li kolana şarê Salim a Silêmaniyê ji kesên ku pirtûka hez dikin, dixwaze ku bên û pirtûkan ji xwe re bistînin.
NEWROZ DIJWAR/ROJ NEWS/ SILÊMANÎ