
Şandeya Îmraliyê ya ji Cîgirên Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan, Îdrîs Balûken, Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder û Hevserokê KCD´ê Hatîp Dîcle pêk tê, 29/11/2014 roja şemiyê çû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî. Şande derbarê naveroka hevdîtina li gel Ocalan de daxuyaniyek nivîskî da. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Heyeta me çû Girava Îmraliyê û bi Birêz Ocalan re bi qasî 4 saetan hevdîtinek pêk anî. Hevserokê KCD’ê Hatîp Dîcle jî tevlî heyeta me bûye”. “Di hevdîtinê de, asta pêvajoya çareseriyê gihaştiye, nêzîkatî û polîtîkayên heyî yên hikûmeta AKP’ê, xebatên Kongreya Neteweyî ya Kurd, di serî de Kobanê û Rojava rewşa li Rojhilata Navîn û mijarên din ên rojane bi berfirehî hatine nîqaşkirin û nirxandin.”
Pêşnûmeya mûzakereyan
Di daxuyaniyê de di mijara pêvajoya çareseriyê de wiha hat gotin: “Birêz Ocalan daye xuyakirin ku ‘Pêşnûmeya Pêvajoya Muzakereyê ya Demokratîk û Aştiyê’ ku demeke dirêj li ser dixebitî ji aliyê xetên giştî ve diyar bûye, bi heyeta dewletê re li ser vê bi berfirehî nîqaş meşandiye û di asta heyî de li ser çarçoveyeke muzakere li ser bê meşandin, li hev kirine. Ev pêşnûmeya muzakereyê bi heyeta me re jî hatiye parvekirin û ev pêşnûme wê di dema herî nêz de ji bo agahdarî, pêşniyar û tevkariyan pêşkêşî gelên me bê kirin. Heyeta me, wê ‘Pêşniyarên Çareseriyê’, ‘Sernavên Muzakereyê’ û Plana Çalakiyê ya di vê pêşnûmeyê de hatiye diyarkirin, piştî bi hemû alî û paydarên pêvajoyê re nîqaş kir û gihand radeyekê, ewê encamên wê di dema herî nêz de ji Birêz Ocalan re ragihîne.”
Qanûnên mîsoger şert e
Şande destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd bi taybet li ser mîsogeriya qanûnên çareseriyê rawestiya ye û ev agahî hatin dayîn: “Ji aliyê Birêz Ocalan ve bi awayekî zelal, bi israr û biryardar hatiye destnîşankirin ku di qonaxên ji niha û pê ve yên pêvajoyê de, afirandina temînatên qanûnî yên ji bo çareseriya demokratîk elzem in, ev nebe xwegihandina armanca demokrasî û aştiya dawîn ne pêkan e. Hem hatina komên aştiyê ya di Pêvajoya Xabûrê de û mehkûmiyeta ev mirov lê rast hatine hat nirxandin, hem jî li şûna watedarkirina meşa vekişîna gerîla ya di dema destpêka pêvajoyê de giranîdayîna li çêkirina qereqol û HES’an, bi berfirehî hatine nirxandin.”
Berpirsiyariyên hikûmetê
Di daxuyaniyê de tê destnîşan kirin ku birêz Ocalan diyar kiriye, ku bêyî pêkhatina ewlehiyên qanûnî di vê banga xwe de wî şaşitî kiriye û ji ber vê şaşitiyê jî rexnedayîna xwe daye tevahiya gelên li Tirkiyeyê. Di vê mijarê de jî wiha hat gotin: “Bang li hikûmet û dewletê kir ku li gel hemû israr û hişyariyên wî jî di vê pêvajoyê de guhertinên qanûnî nekiriye û nexistiye pratîkê, êdî li ser bingeha rexnedayînê nêzî mijarê bibe, bi taybetî di sererastkirinên qanûnî de bi berpirsyariyê rabe. Eger alî di van xalên hatine diyarkirin de pêvajoyê rast, cidî û biryardarî bimeşînin, herî zêde di nava 4-5 mehan de çareseriyeke mezin a demokratîk dikare pêk were, ku wê pêşeroja tevahiya Rojhilata Navîn diyar bike. Eger ev cidiyet û biryardarî neyê nîşandan, kaosa li herêmê dikare kûrtir bibe û mekanîka derbê dikare xwe bigihêjîne encamê.” Ocalan di serî de berxwedêrên li Kobanê û Şengalê, tevahiya gelên Rojava û Başûrê Kurdistanê, Tevgera Jinê û bi rasthatina 27’ê Mijdarê jî, şehîdên têkoşîna azadiyê bi rêzdarî bibîr anî û silav û daxwazên serkeftinê şand.
DIHA/ENQERE