Pisporê Xizmetên Civakî Mehmet Alan Akyuz, anî ziman ku malbatên Rojavayî yên 3 sal berê ji ber şerê li Suriyeyê neçar man koçberî Kurdistanê û Tirkiyeyê bûn ligel dewletê tu piştgirî nedanê zarokên wan neçar man li kolanan bixebitin û wiha got: "Ji ber ku dewletê di aliyê aborî de tu pêştgirî neda malbatên Rojavayî neçar man zarokên wan li kolana bixebitin. Şertê vê xebatê jî dest bi axaftina Tirkî bikin e. Zarokên Rojavayî ji bo Tirkî biaxivin xwe mecbûr hîs dikin. Zarokên Rojavayî ji bo îdameya malbata xwe bikin hêj bêtir dixwazin Tirkî hîn bibin û ev yek bi xwe re otoasîmîlasyonê tîne. Pergal kar neda kesê Tirkî neaxiv û serî li otoasîmîlasyonê dide."
Akyuz, di axaftina xwe got, "Dema mirov berê xwe dide rewşa malbatên Kurd û zarokên wan ên ji Rojava hatin polîtîkayên bi pergalî çawa gav bi gav pêşdikevin baş xuya dike. Kurdî tenê di qadekê de asê hiştin bi armanca qirkirinê ye." Akyuz, da zanîn ku dixwazin Kurdî tenê di nava malê de bê axivtin û ev yekê dê bibe sedema windabûna zimanê dayîkê.
Akyuz, bilêv kir ku di xebatên weke xebatkarê Navenda Ciwan û Zarokan a Rodî li dar xistin rewş gelek bi guman e û ev yek dê heya demek din gelek kur bibe û wiha axivî: "Di encama vê pêvajoyê de hedef guherîna ziman û çandî ye."
Akyuz, destnîşan kir ku zarokên Êzîdî yên ji ber hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê hatin Bakurê Kurdistanê jî li hemberî talukeya polîtîkayên pişavtinê ne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Kurdên Êzîdî yên tu alîkariyê ji dewletê nagirin ji bo jiyana xwe bi domînin dê di nava têkiliyên aborî de bibin û dê rastî qirkirinê bên."
DÎHA/AMED