Di komxebata ku 2 roj dom kir de mijarên "Zimanî zikmakî û tendûristî", "Giringî û wateya têgehên tendûristiyê", "Hawirdor û tendûristî", "Tendûristû û dermankirin" û "Xebatên ferhenga tendûristiyê" hatin nirxandin. Endamê Meclîsa Partiyê ya BDP'ê Osman Ozçelîk komxebatê nirxand û da zanîn ku di komxebatê de derbarî giringiya zimanê zikmakî ya di tendûristiyê de hatiye sekinandin û ev komxebat wekî destpêk e. Ozçelîk wiha got: "Heke kesek bi zimanê xwe yê zikmakî xîzmetê negire dermankirinekî rast ne pêkan e. Yekitî û hev fêmkirina bijîşk û nexweş tenê bi ziman pêk tê. Ji ber vê yekê divê li Kurdistanê zimanê Kurdi bibe zimanê fermî û bi vê yekê yekitiya civakê were zexmkirin."
'Beşdaran tiştên jiyane wekî mînak vedibêjin'
Ozçelîk diyar kir ku bijîşk, dermanfiroş, xebatkarên tendûristiyê yên ku beşdarî komxebatê bûne mînakên ku jiyane ragihandine û wiha axivî: "Bi vê yekê lê dinêrin ku em çawa dikarin bixebitin. Ev destpêk e, dê bidome. Em têgehên bijîşkiyê jî kom dikin û di vî warî de xebatek dimeşînin. Heta niha zêdetirî hezar têgehên tibê hatiye kom kirin."
Ozçelîk da zanîn ku bi xebata ferhenga tibê dê yekitiya Kurdan pêk were û wiha dom kir: " Em dixwazin ku ev ziman hemû Kurdistanê bigihîne hev. Têgehên ku bi zaravayên Kurdî, zazakî, soranî, kurmancî dê bînin cem hev û yekitiyek were çêkirin û standartek dê were avakirin. Bi vê yekê lîteraturekî dê were avakirin. Di demên pêş de ev dê li dibistan û zanîngehan jî dê were bikaranîn. Em bi vê xebatê bingeha vê amade dikin."
Ji bo naskirinekî rast…
Endamê Konseya Navenda TTB'ê Halîs Yerlîkaya balkişand ser giringiya zimanê zikmakî ya di tendûristiyê de û anî ziman ku di hin lêkolînan de derketiye holê ku gelek kes ji ber xîzmeta tendûristiyê bi zimanê wê nayê dayîn, di dermankirinê de zehmetiyan dikişînin û di hêla naskirina nexweşiyê de pirsgirêk derdikevin. Yerlîkaya, "Ji bo tendûristiya mirovekî baş be, hewceye li cihekî baş û paqij bijî, xwarinên paqij bixwe, ji bo jiyana xwe bidomîne karekî wî hebe, hem di aliyê tendûristiyê û hem jî giştî perwerdehî dîtibe. Tendûristî ne tenê laşê mirov ne nexweş be, ye. Ji aliyên civakî, siyasî, dêronî jî divê baş be. Ji aliyê siyasî başbûn tê wateya azadbûnê. Dema mirov azad nebe, tendûristiya wî ji baş nabe."
Yerlîkaya da zanîn ku daxwaza zimanê zikmakî her roja ku diçe zêde dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji bo tendûristiya bi zimanê zikmakî têkoşîn dimeşînin, lê pêşiya hemû tiştan em mafê jiyana mirovan diparêzin. Derbarî xwegihandina xîzmeta tendûristiyê de hin xebatên me hene. Em ê hîn jî xebatên xwe zêde bikin."
DÎHA/ÊLİH