Li dijî gelê Rojava yên bi têkoşîna azadiyê gelek destkeftî bi dest xistin li aliyekî êrîşên çeteyan didomin û li aliyê din jî Tirkiye û PDK ambargoyê pêk tînin û dixwazin şoreşa gelan bifetîsînin. Doktorên ji Kantona Cizîrê ya Rojava tevlî 6'emîn Kongreya Tipê ya Mezopotamya ya li Mêrdînê pêk hat bûn, behsa pirsgirêkên tendûrîstiyê kirin yên ku ji ber êrîş û ambargoyê bi wan re rûbirû dimînin.

Doktorê zarokan Dr. Cîhan Şahîn, diyar kir ku birînên Rojava encax bi destê doktorên din ên Kurd bê başkirin. Şahîn, anî ziman ku ji bo vê yekê jî divê alîkariyên bi Rojava re zêde bibin û ji ber pirsgirêkên dermanan û bêderfetiyan gelek zehmetiyan dikişînin. Şahîn, da zanîn ku ji ber pirsgirêkên dermanan nexweşî zêde dibin. Şahîn got, bi taybetî nexweşiyên zarokan zêde bûne û pêdiviya wan bi derman û amûrên din ên tendûrîstiyê hene.
Doktorê Rodyolojiyê Dr. Xamgîn Sulaîman jî diyar kir ku nexweşan bi tenê li herêmên di bin parastina YPG û YPJ'ê de dikarin derman bikin. Sulaîman, anî ziman ku ji ber ji gelek deverên din jî welatî tên wan herêmên ewle, bi nexweşiyên nû re rû bi rû dimînin û ev yêk jî li ser pirsgirêkên heyî pirsgirêkan zêde dike. Sulaîman, da zanîn ku nexasim di pevçûnên li Heleb û derdora Helebê de ji ber çekên kîmyewî gelek nexweşî li Rojava belav bûn û wiha got: "Berî şoreşê ev nexweşî tunebûn. Ji bo pêşî li nexweşiyan bê girtin divê ambargo li ser Rojava bê rakirin û deriyên sînor bên vekirin. Ji bo hinek nexweşiyên em rasta wan tên niha di destê me de derman tunene."
Sulaîman, bilêv kir ku jeneratorên ji ber qutbûna ceyaranê tên bikaranîn jî bi xwe re nexweşiyên nû derdixin holê û bi taybet rê li ber nexweşiya pençeşêrê ya pişîkê vedike.

'Nexweşî careke din derketin holê'

Doktorê Kardiyolojiyê Dr. Xesen Misto jî diyar kir ku nexweşiya sorikê ya 25 sal in li Rojava nedihate dîtin di nava salekê de gelekî zêde bûye. Misto, anî ziman ku ji ber vê yekê alîkariya dermanan a ji Rojava re gelek girîng e û wiha pêde çû: "Ji bo em van nexweşiyan derman bikin hewcehiya me bi dermanan heye. Divê demlidest ambargoya li ser Rojava bê rakirin û  tevahiya sazî û dezgehên di vê mijarê de bihestiyar alîkariya me bikin." 

DÎHA/MÊRDÎN