Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E), li ser çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KCDK-E´yê ragihand ku tecrîdkirina Ocalan binpêkirina hemû sînorên exlaqî û hiqûqî ye û îşaret bi fikarên li ser sihet û jiyana Ocalan kir.

KCDK-E li ber bêdengî û xemsariya dewletên Ewrûpayê rabû û got, “Tecrîdkirina Birêz Ocalan û zêdebûna komkujî û êrişên li ser gelê Kurd bi hev ve girêdayî ne. Bi tecrîdê re li gelek bajarên Kurdistanê, êrişên tinekirinê rû dan. Ev hovîtî, şer û siyaseta şidetê bi tecrîdê ketin meriyetê. Li Efrînê siyaseta qirrkirina etnîkî hate meşandin, rewşa çandî û dîrokî ya bajarekî hate hilweşandin û Tirkbûyîn li ser hate ferzkirin. Bi tecrîdê re dewleta Tirk li her derê li dijî gelê me siyaseteke dijminane, êrişkar û tinekirinê dimeşîne.”

Daxwaz azadiya Rêber Ocalan e

KCDK-E’yê nerazîbûn nîşanî bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê (CPT) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê (DMME) da û diyar kir ku dewleta Tirk hêzê ji bêdengiya van saziyan werdigire.

Di dewama daxuyaniyê de KCDK-E’yê got, “Daxwaza me ya bingehîn azadiya Rêber Ocalan e. Ji bilî vê yekê, tiştekî din nikare vê neheqiyê, vê bêhiqûqiyê ji holê rake. Divê sîstema Îmraliyê ji hev bê xistin û Ocalan azad bibe. Azadiya Ocalan wê bibe sedem ku şidet û zilma giran a li gelê Kurd tê kirin biqede; hingî wê çareseriyeke aştiyane, demokratîk û azadîparêz li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn pêk were.”

Xebata bi ruhê seferberiyê

KCDK-E’yê bal kişand ser çalakiyên 6-18’ê Mijdarê yên ji bo azadiya Ocalan û ev bang kir: “Em bang li hemû kesayet û saziyên demokratîk ên Ewrûpayê dikin ku destekê bidin çalakiyên me yên 6-18’ê Cotmehê ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan werin lidarxistin. Em bang li wan dikin ku bi rengekî çalak tevlî çalakiyan bibin. Em ji gel û dostên xwe jî dixwazin ku têkoşînê geş bikin û heta ku Rêber Ocalan azad bibe çalakiyên xwe bê navber bidomînin.

Ji 6 heta 18’ê Mijdarê wê li ber avahiyên Konseya Ewrûpayê, CPT, DMME’yê (Avenue de I`Europe 67000 Strasbourg) bi rengekî bêdawî û bê navber çalakî pêk werin. Divê her kes bi ruhê seferberiyê bixebite û ji bo tevlîbûna gelê Kurdistanê û dostên wan karekî xurt bê kirin. Çalakî wê her sibehê saet navbera 10:00 û 17:00 de pêk were.”

 

 NAVENDA NÛÇEYAN