Çapemeniya navneteweyî şere li Sûriyeyê zêde aşkere nake. Her nûçe gorî daxwaziya dewletên serdest û planên wan tên pêşkêşkirin. Ku der di destê kê de ye, kî ku derê kontrol dike, hê jî ne diyar e. Şerekî qilêr û psîkolojîk li dar e. Tiştê herî aşkere ew e ku li bajarên Kurdan dewleta Tirk bi destê komên Selefî, hêzên girêdayî rejîma Beşar Esad jî li bajarên din êrîş dibin ser Kurdan. Arteşa Azad a Sûriyeyê jî Kurdan rehet nahêle. Him dewleta Tirk, him rejîma Sûriyeyê, him jî rêxistinên muxalîf, gişt dixwazin destkeftiyên Kurdan belav bikin û Kurdan dîsa bê hêz bihêlin…
Rewşa Kurdên Rojava niha rewşa Kurdan giştan a li Rojhilata Navîn radixe ber çavan. Li Rojhilata Navîn ji bilî Kurdan tu hêz naxwaze statûkoya li herêmê ya dijdemokrasî û dijînsanî were guhertin. Him hêzên herêmê him jî yên navdewletî heta îro Kurd çawa mîna leşkerê xwe xebitandine û dane kuştin, hê jî dixwazin rewş dîsa wer bajo. Îro li Sûriyeyê ne rejîma Esad, ne dewletên herêmî û ne jî dewletên Ewropî û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê doza demokrasî û mafên mirovan dajon. Berovajî vê yekê, pêşketina demokrasiyê wê planên wan xera bike. Dema li herêmê demokrasî were sazkirin, wê çaxê îradeya gelên herêmê wê derekeve holê. Derdê wan tenê bidestxistina desthilatdariya paşverû, berdewamiya statûkoya dijînsanî û dizîna hêjahiyên herêmê ye. Ên ku doza demokrasî, sîstemeke wekhev, adil û azad dimeşînin, tenê Kurd in. Ji ber vê yekê jî hêzên xwedî dewlet û nokerên wan gişt bi hev re êrîş tînin ser Kurdan!..
Li dijî ewqas êrîşan, Kurdên Rojava bi sere xwe tenê di nava liv û tevgerê de ne û li ber xwe didin! Ji hêlekê ve li seranserê Rojava û li bajarên ku lê dijîn sîstema xwe ya xweser ava dikin; dibistan, nexweşxane, av, xwarin û sotemenî... Ji hêla din ve jî bersivê didin êrîşên hêzên Surî û komên çekdar ên girêdayî dewleta Tirk… Yanî him jiyanê bi rêxistin dikin, him jî hebûna xwe û destkeftiyan diparêzin!..
Gelo li hemberî vê yekê Kurdên li parçeyên din çi dikin? Rêveberiya Başûr heta demeke nêzik sînor girtî bû û nedihişt tiştek derbasî Rojava be. Coşa li Rojava dilê Kurdên li Bakur germ bike jî, mirov nikane bêje ji bo sivikkirina barê wan tiştêkî berbiçav hatiye kirin. Çend meh in, dewleta Tirk komên çekdar ji Rihayê derbasî Serêkaniyê dike û li dijî Kurdan dide şerkirin, lê li Bakur, bi taybetî jî li Riha, Dîlok û Mêrdînê bertekên bi bandor nehatine nîşandan. Pirr navçeyên Riha û Mêrdînê bi bajar û bajarokên Rojava re cîranê hevdu ne. Çi li Rojava pêk tê; li van bajarokan bi aşkereyî tê temaşekirin jî. Helbet mîtînga jinan a li Serêkaniya Bakur û şandina alikariyên ku hatine berhevkirin hewldanên pirr girîng in. Lê; di serî de hewldanên ji bo pêşîlêgirtina derbasbûna çekdarên biyanî yên girêdayî dewleta Tirk, hewldanên berdewamî û bêhtir rêxistinbûyî divên.
Li her çar parçeyên welêt li gel êrîşên çekdarî yên dewletan, êrîşa psîkolojîk jî ji her demê zêdetir li dar e. Ji ber vê, vegotinên rayedarên hikûmeta Tirk ên bi ‘çareseriyê’ xemilandî divê Kurdên Bakur sist meke û astengên hikûmeta Başûr jî Kurdên Başûr metirsîne. Di nav parçeyên Kurdistanê de, bi taybetî jî bi Rojava re xurtkirina piştgiriyê ji her demê pirtir lazim e. Rojava riya azadiya me Kurdan giştan ronî dike. Xwedîderketina Rojava, xwedîderketina sibêroja me giştan e…
Tenê bi gulpîna dilên me barê Rojava siviktir nabe!
Her çiqas li Bakur bi vegotinên aştî û çareseriyê yên rayedarên hikûmeta Tirk ên bêyî pratîkê hişê Kurdên were tevlîhevkirin jî, li rojavayê welêt Kurd ji her hêlan ve di bin êrîşên dijwar de ne. Him li gund û bajarên Kurdan him jî li bajarên mezin ên Sûriyeyê, bi taybetî jî li Halebê, Kurd di nava berxwedaneke li dijî êrîşên hêzên rejîma Sûriyeyê û komên çekdar ên ku dewleta Tirk rêxistin dike de ne.