Helbestkar Nezahat Dogan vê hefteyê bû mêvanê Koma Helbestê ya Amedê û derbarê berhemên xwe de axivî û helbestên wê ji aliyê endamên Koma Helbestê ya Amedê ve hatin xwendin.

Kom du hefteyan carekê kom dibe û helbestkarên Kurdî jî dike mêvanê xwe. Komê vê hefteyê helbestkar Nezahat Dogan kir mêvan. Helbeskar Nezahat Dogan ku xwediyê du berhemên bi navê ‘Çîroka Emrê min’ û ‘Demsalên Şîkestî’ ye, got, “Xizmeta ji bo zimanê dayikê û helbesta Kurdî ji bo min şanazî ye.”

Endama Koma Helbestê ya Amedê, Roza Metîna kêfxweşiya xwe ji berhemên Nezahat Dogan de anî ziman.

Şairiya wê li ser jiyana wê

Piştre Helbestkar, Nezahat Dogan got, “Min hemû berhemên xwe bi Kurdî nivîsandine. Helbestên min şopa jiyana min in. Min helbesta yekem jî bi zimanê Kurdî xwend. Ez li Nisêbînê ji dayik bûm û piçûk bûm ez hatim zewicandin û piştre ez çûm Qamişloyê. Piştî şeş mehan jî ez çûm Siwêdê. Cara yekem di 22 saliya xwe de dema ku keçika min wefat kir, min dest bi helbestê kir.“

Şevbihêrka Helbest û Muzîkê ya Koma Helbestê ya Amedê bi nirxandina berhemên Nezahatê yên ‘Çîroka Emrê Min’ û ‘Demsalên Şikestî’ û bi stranên li ber erbaneyê bi dawî bû.

 

 JINNEWS / AMED