Şanogerê Kurd Alan Ciwan ji bo şanoya Kurdî destnîşan dike ku bikaranîna zimanê Kurdî bi serê xwe vê xebatê nake “Şanoya Kurdî” û wiha dipeyive: “Berî her tiştî pêwistî bi zimanê xwe heye lê belê ev ne tenê zimanê axaftinê, di warê şêweyî de jî pêwistî bi zimanekî heye.”

Koma şanoya Kurdî DestAR-Theatre di mekana Şermola Performansê de lîstikên Kurdî bi şeweyekî xweser û resen dide nîşandan. Di demên dawî de bi lîstîkên “DÎSKO 5 No´li” “Dil Kuşu (Çûka zimên)”, “Di Tuwalêtê de” navên koma DestAR- Theatre û Şermola Performans bêhtir derketin pêş. Nexasim lîstîka  “Di Tuwalêtê de” bi performansa şanoger Alan Ciwan ji bo şanogeriya Kurdî bû deng û bêhneke nû. Şanonameya “Di Tuwalêtê de” di 2006´an de ji alî Rênas Jiyan ve hat nivîsanndin û ji alî Alan Ciwan ve li Şermola Performansê ji Mijdara 2015´an ve tê nîşandan. Şano bi xwe bi Kurdî ye û bi jorênivîsên Tirkî û Îngîlîzî tê pêşkeşkirin.     


Tu dikarî qala kurtejiyana xwe bikî? 

Ez sala 1990’î li Gundê Hesarê girêdayî Kercosê ya Batmanê çêbûm. Min perwerdehiya xwe ya dibistanî a sereke li Batmanê wergirt heta lîseyê. Di vê navberê de ez pêrgî şanoyê bûm. Di lîseyê de bi lîstikeke şanoya ciwanan min bi awayekî çalak dest bi şanoyê kir. Li dû 3 lîstikên di bin banê Tiyatro Asmîn de ku ez jî yek ji avakarên wê bûm, sala 2007’an ez derbasî nav grûba şanoyê a bi navê Batman Sanat Tiyatrosu bûm. Li gel vê komê jî du ji wan lîstikên zarokan bi giştî di 6 lîstikan de wek lîstikvan min cih girt. Di dawiya sala 2009’an de jî ez derbasî Stembolê bûm. Di heman salê de ez derbasî bin banê DestAR Theatre bûm û hê li gel vê komê di xebatên xwe yên şanoyê de berdewam im.  


Te kengî dest bi şanogeriya “bi Kurdî” kir? Tu dikarî qala serpêhatiya xwe bikî? 

Hevnasîna min ya şanogeriya bi Kurdî hinekî dereng dest pê kir. Mebesta min jê ew e ku min li Batmanê bi zimanê Tirkî şanogerî dikir. Lê belê destpêka min jî bi min şanaziyeke ku min li Stembolê di sala 2009’an de li gel komeke wek DestAR Theatre dest bi şanoya bi Kurdî kir. Komeke ku îro bi xebatên xwe bala gelek hêlên şanogeriyê kişandiye ser xwe û di warê zimanê şanoyê de kêm zêde gihîştiye astekê. Lewra jî dereng bû lê belê di serpêhatiya min a şanogeriyê de ciyekî bi qedir digre.


Şanogerî ji bo te tiştekî çawa ye? Çi hêza te ya şanoyê xurt dike? 

Mirov dikare bi gelek tiştan kêfxweş bibe. Hin kes bi gelek tiştên hêsan, hin jê jî bi gelek tiştên zor û zehmet. Lê belê di bingehê de her du jî li ser xaleke hêsan disekinin. Kêfxweşî… Ev kêfxweşî ye ku ez di şanogeriyê de berdewam im. Tu peyameke min a mezin tuneye mixabin di şanogeriyê de. Ez bi tenê dixwazim bi şêweyê herî xwerû “bilîzim”.


Tu dikarî hinekî qala derûniya xwe yî di şanoya “Di Tuwaletê de” bikî?

Lîstika Rênas Jiyan a bi navê Di Tuwaletê De pêleke dirêj bû ku bala me dikşand lê belê ji ber şert û mercan an jî ji ber bêderfetiyê me nekaribû wê mîna riyekê bidin ber xwe. Axirê me biryar da û me dest pê kir. Him ji ber pênûsa nivîskar û him jî ji ber şêweyê karkirina li ser lîstikê di dema provayan de, li ser bedena min xwedî ciyekî bi qîmet e ev lîstik. Lewra ne li ser eqilekî lê li ser bedenekê hatiye barkirin ev lîstik. 


Ji destpêkê heta niha di lîstikvaniya te de çi hat guhertin? 

Lîstikavanî û pîşeyên din dibe ku gelek cudahiyên wan hebin ji hev lê ji gelek hêlan ve jî dişibin hev. Karkirin, têgîhiştin, disîplîn… Min berê jî kar dikir lê ez tê nedigihîştim. Vêga têdigihêm hin bi hin. Ku min ev kar û xebat hê bi disîplintir jî kir di jiyana xwe de hingê dê asta sêyem jî pêk bê. Ango hêdî hêdî ez wê giraniya bar hîs dikim li ser milên xwe. Lê belê hê gelek rê û rêçok hene ku pêwist e ez di wan re derbas bibim.


Şanoya ku niha tu tê de dilize bi yek kesî ye, li ser şanoyên bi yek kesî ditînên te?

Dawiya dawî tu bi tenê yî li ser dike, tu kes tuneye ku te jê xelas bike. Lîstikên ku lîstikvan pir in di warê lîstikvaniyê de pêkanîna hevsengiyê hêsantir e. Lê di lîstikên yek kesî de hemû bar li ser pişta lîstikvan e. Yan tê bi serkevî yan jî tê noqavî wê bibî… 


Kurmancî di lîstikvaniya te de, bandorê li çi dike? Têkiliya zimên û laş?

Zimanekî ku ez pê mezin bûme, dengekî ku ez pê hatime xwedîkirin. Helbet dê têsîra wê ji zimanekî din ango dengekî din cudatir û mezintir be. Kurdî jî ev e ji bo min. Ew deng e ku ez xwe pê xwedî dikim. Him di warê lîstikvaniyê de, him jî di warê mirovahî de.


Tu dikarî qala şanonameyên xwe bikî? Hayê min tenê ji “Fantezî” heye wekî din tiştekî ku te nivîsandiye heye...

Nivîsandina lîstikên şanoyê pêlekê wek tecrûbeyekê bû ji min re ku min xwe tê de ceriband.  Li gel ‘Fantezî’ , teksteke min a bi navê ‘Raya Qaçax’ jî heye. Lê belê di warê nivîsandina lîstikan de ez tu dahatûyekê nadim ber xwe. Ez bêhtir dixwazim li ser lîstikvaniyê bikolim.  


Li gorî te ferqa şanoya Kurdî û şanoya “bi Kurdî” çi ye? 

Di xebatekê de bikaranîna hin motîfên çandekê, nayê wê wateyê ku tiştekî resen û taybet bi wê çandê derketiye holê. Wek çawa ku di wêneyekî de resimandina jineke Kurd li gel rengê kesk û sor û zer,  têgeheke wek “wênesaziya Kurdî” dernaxe holê, di şanoyê de jî tenanet bikaranîna zimanê Kurdî, wê xebatê nake “şanoya Kurdî”. Lê dike şanoya bi Kurdî.  Şanoya Kurdî helbet berî her tiştî pêwistî bi zimanê xwe heye lê belê ev ne tenê zimanê axaftinê, di warê şêweyî de jî pêwistî bi zimanekî heye.


Tekiliya te bi wêjeya Kurmancî re çawa ye? Di demên dawî de te kî xwend?  

Wêje bixwe yek ji çavkaniyên girîng e him ji bo nivîsînê û him jî ji bo lîstikvaniyê.. Lê ez ne wek pêwistiyekê lê dinêrim. Kêfa min jê re tê. Mehmet Dîcle, Fırat Cewerî ,Şener Ozmen, Ciwanmerd Kulek, Jan Dost, Fawaz Huseyn. Her wiha bi wergera ji Erebî pirtûkên Selîm Berekat yên Perik û Feqiyên Tariyê, wekî din ji wêjeya Soranî  jî min ew derfet dît ku çend nûserên hêja bixwînim. Wek Ferhad Pîrbal, Bextiyar Elî, Şêrzad Hesen.


Ji bo listîkvanên nû, tu dixwazî çi bibêjî? 

Ger dil hebin ku di şanoya Kurdî de berdewam bin, berî her tiştî bi zimanê xwe bila xwe têr bikin, bi çanda xwe baş bizanibin û bila guhê xwe tijî dengê Kurdî bikin. Li dû wê kesê ku bixwaze tiştekî bike ji xwe erkên din wê di dahatûyê de derkeve pêşberî wan…


Çi kar û xebat li siberojê li benda te ne? Niha herî zêde bala te li ser çî ye?

 DestAR bi xebatên xwe piştî ku dilê me û guhdaran hemûyan reş kir, vêcarê jî dê  bişirînekê vede li ser ruyê me bi lîstikeke Muzîkalî. Ger tu tengasî dernekevin ezê jî tê de wek lîstikvan cih bigrim. Ji bo siberojê jî wekî din şer heye dîsa mixabin. Di nav keşûhewayekê de ku ev qas kes jiyana xwe ji dest didin, şanoya min ya “kêfxweşiyê” ne ciyê kêfxweşiyê ye…



Koma şanoya “DestAR”ê  



DestAR di sala 2008’an de bi pêşrewiya Berfîn Zenderlîoğlu û Mîrza Metîn hate avakirin. Komeke ku xebatên xwe bi Kurdî dike. Di xebatên xwe de li gel çanda Kurdî ji şêweyên nû yên şanogeriyê jî sûdê werdigre û xwedî derdekî ye. Dorpêçî û çewisîna mirovahiyê, pirsgirêka ziman perçeyek ji vî derdî ne. Heta vêga bêhtirî 10 lîstik ji medbexa DestAR Theatre derketine di vê çarçoveyê de. 


Di şanoyên bi Kurdî de sedemên pêdîviya “jorênot”ê (üstyazı) çi ne?   

Ev ne tenê pêwistiya şanoya Kurdî ye. Her komên ku dixwazin xwe bighînin însanên nû, fikrên nû vê riyê bi kar tînin. Helbet li dû ya Kurdî rastiyeke din jî heye. Ew jî ew e ku gelek Kurd bi qasî ku bi zimanê xwe yê zikmakî li lîstikeke şanoyê temaşe bikin bi zimanê xwe nizanin.



ÇETOYÊ ZÊDO/
STENBOL