Ka zarok çawa dibin cîhadî (-yên tundraw)? Ka çawa mejiyê wan tê şuştin? Min dixwest heta bi kok û rîşên vî şerî dakevim, min dixwest dakevim heta bi kûrahiyên derûnî yên tundraw û radîkalan. Û ew bav in ku şidet ji wan belav dibe.
Belgefilma derhênerê Kurd ê ji Şamê, Telal Dêrikî ya bi navê Of fathers and sons (Ji bavan û kuran) li Elmanyayê vê dawiya hefteyê dikeve vîzyonê. Film ji ber ku bûbû namzetê Oscarê jî gelek bal kişandibû ser xwe. Wî beriya vê filmê jî filma ‘Vegera ber bi Hûmisê’ ve kişandibû ku bêhtir zilma rejîma Sûrî nîşan dida. Rojnameya Stuttgarter Nachrichten bi Telal Dêrikî re peyivî û encamên vê hevpeyvînê me li jêr bi berfirehî ji bo we weke nûçe amade kir.
Ev belgefilma hanê nîşan dide ka li Sûriyê tundrawên Îslamî çawa zarokên xwe dikin qatilên serjêker. Film îro li Elmanyayê li sînemayan tê nîşandan.
Telal Dêrikî (Talal Derki) ji bo girtina dîmenên filma xwe kete nava lepê şêrî bixwe. Yanî çû nav erdên dagirkeriya xilafetê. Lê vê yekê jiyana wî jî ji serî heta bi binî guhertiye. Ew qasî di ser înternetê de gef lê tên xwarin ku wî gelek civanên xwe yên nîşandana filmê ku ew ê bi xwe jî li wan amadebûna, betal kirin. Weke mînak di nîşandana filmê de diviyabû ew îro li Stuttgartê bûna, lê ew ê nikaribe piştî nîşandana filmê bersivê bide pirsan, ji ber ku wî ev civanê xwe betal kiriye.
Kî gefan li Dêrikî dixwe? Bersiva wê ew wisa dide Stuttgarter Nachrichtenê: “Li aliyekî selefiyên Sûrî, ji wan çendek hene li Elmanyayê. Platform û kanalên wan hene, malperên wan jî. Li aliyê din selefiyên ji her devera dinyayê. Divê ez gelekî hay ji xwe hebim.”
Selefî tiştekî wisa ji bîr nakin
Piştî ku Berd Haasis rewşa Salman Ruşdî yê ku Îranê li dijî wî fetwayeke kuştinê derxistiye, bi bîra wî xist jî, Telal Dêrikî dibêje; “Tiştekî wisa nakin. Gava ku ew kesekî dikujin, vê bi dizî dikin.” Gelo wî ev tehlûke dabû ber xwe gava dest bi girtinan dîmenên belgefilmê kir? Telal Dêrikî wiha li Stuttgarter Nachrichten vedigerîne: “Na, û ez ê careke din jî filmeke wiha çênekim. Lewma tişta qewimî nabihure, wê heta dawiya jiyana min bide dûv min. Kesên biryaran didin ên selefiyan tiştekî wisa ji bîr nakin.”
Proje trîolojiyeke li ser penaberiyê bû
Telal Dêrikî ji bo pêkhatina filma xwe jî wiha dirêjiyê dide şor û gotinên xwe: “Min dixwest di trîolojiyeke filman de wê xewnereşka penaberiyê bigirim û nîşan bidim ka hiseke çawa mirov her tiştî ji dest bide, welat, mirovan. Di beşa yekem a bi navê “Return to Homs (Vegera li Hûmisê)” min nîşan da ka rejîma Esed çiqasî hovane ye ku bajarê Hûmisê texrîb kir, û li dijî miletê xwe bixwe şer kir. Di filma duyem de êdî min xwest selefiyên cîhadî (yên tundraw nîşan bidim), û nexasim jî nîşan bidim ka ji bo siberoja zarokan çi tê kirin. Ka zarok çawa dibin cîhadî (-yên tundraw)? Ka çawa mejiyê wan tê şuştin?
Şidet ji bavan belav dibe
Min dixwest heta bi kok û rîşên vî şerî dakevim, min dixwest dakevim heta bi kûrahiyên derûnî yên tundraw û radîkalan. Û ew bav in ku şidet ji wan belav dibe.”
Di filma wî de bavê sereke ku zarokê xwe dike tundrawek, Abu Osama ye. Ew zarokên xwe yên piçûk dişîne perwerdeya paramîlîter. Çawa karîbû xwe bigihîne nava van mirovan? Telal Dêrikî gotina xwe xef nake û dibêje, “Di filma xwe ya beriya niha de min gelek muxalif nas kirin. Yek ji wan tevlî nav refên El-Nusra bû, wî ez gihandim cem Abu Osama. Wî gelekî dixwest di filmê de be. Diyar e ku wî wisa hizir dikir ku ez ê di filmê de nav û dengê cîhadiyan nîşan bidim. Di dema şer de her kes dixwaze filmek li ser hizra wî ya li ser tiştan nîşan dide hebe, kes rêzê nagire ji huner û awira ferdî.”
Bav terbiyekerê hişk e
Perspektîfa em di filmê de dibînin me dibe cem bavê zarokan ê çeteyî El Nusrayê û zarokan bixwe; “Ez di navbera perspektîfa bav û kurî de diçim û têm; di heman demê de di nava rewşên cihê de jî diçim û têm ku di wan de carekê Abu Osama bavekî dilovan e û piştre dîsa dibe ew terbiyekerê hişk. Armanca min ew bû ku bi çavên zarokekî ku bîgunehiya xwe ji dest dide, mejiyê wî tê şuştin bi destê bavê wî û civaka wî.”
Dikare tenê vegere Rojava
Wî qederê 300 rojan dîmen girtin ji bo filmê û wiha behsa wan rojan û tehlûkeya niha tê de dike: “Di nava qederê 300 rojên dîmen girtinê ji Nîsana 2014´an heta bi Çiriya Pêşî ya 2016´an min rewş li gorî carê dinirxand. Kesan dixwest min bibînin, bibînin ka min dîmenê çi girtiye. Ez gelekî ditirsiyam, lê min weke ku rehet im nîşan dida. Gava ku ez 2016´an vegeriyam Berlînê, zilamekî El-Nusrayê ku min dizanî mirovekî pirr xirab e, xwest min bibîne. Hingê êdî bi min zelal bû: Heger ez vegerim wir, jiyana min di tehlûkeyê de ye.”
Ew li pirsa ka gelo ew dikare vegere Sûriyê wiha vedigerîne: “Êdî tenê dikarim biçim cem Kurdan. Li herêma Esed piştî vegera li Hûmisê, jî êdî ez ne ewle me.”
Vekişîna Emerîka şaşî ye
Li ser tehlûkeya heyî ew wiha dewam dike: “Berlîn niha welatê min e. Ez mişext im. Lê belê ev der jî tehlûke ye. Min ji bo parastina polîs miracaet kir.”
Li ser vekişîna muhtemel a Emerîkiyan ji Bakurê Sûrî û Rojava jî ew dibêje, “Ev şaşiyeke mezin e. Cîhadî hîna gelekî xurt in û motîvasyona wan jî. Ew xwe wekî mexdûr dibînin û weke komên piçûk ên çeteyan tevdigerin. Ew dikarin weke berê xirabiyên mezin bikin, bêyî ku erdek di bin kontrola wan de hebe. Mirovên nerm, aştîxwaz, laîk wê bibin armanca êrişên wan.”
Dîn şexsî ye
Ji bo fikra xwe ya li ser dîn û perwerdeya dînî, ew dibêje, “Bi ya min, bawerî biryareke şexsî ye. Ji ber wê jî dersa dîn nabe ku ferz be. Wekî din fikra min e ku serkêşên dînî yên herî payebilind ên Îslamî bi awayekî zelal li ber cîhadê rabin.”
Buhayê her tiştî heye
Gava ku bi bîra wî tê xistin ku filma wî ji bo Oscarê bûye namzet û xelata Belgefilmên Elman sala 2018´an wergirtiye, ew dibêje, “Ez gelekî bextewer im pê ku mirov li seranserê dinyayê îhtîramê ji karê min re nîşan didin. Min ev filmê hanê weke neynikekê ji temaşevanî re çêkir. Gava ku mirov dikeve çerxa şidetê, her kes bi peywenda xwe ya çandî bersivê didiyê. Ji bilî selefîtiyê, gelek formên tundrawiya neteweyî hene li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê, li Tirkiyeyê, Rûsyayê. Lê divê bibêjim, kampanyaya li dijî min jî yek ji encamên namzetiya ji bo Oscarê bû. Buhayê her tiştî heye.
Niha li ser guftûgo hene ka wê çawa miamele bi zarokên cîhadiyan re bê kirin. Berê ev li Elmanyayê hîç neqewimîbû. Ji ber vê jî sergêjiyek heye. Psîkoterapî dikare bi kêra alîkariya zarokan bê. Lê belê helbet ew girêdayê dêûbavê xwe ne, ku muhtemel e bikevin hepsê. Ev jî dibe ku bibe zehmetiyek û kedeke mezin a civakî.”
FRANKFURT