Li başûrê Kurdistanê jin bi awayekî dibin qurbanê siyaset û hevsengiyên ji bo berjewendiyên desthilatdaran. Jixwe hêjmara jinên ku di nava her partiyê de jî cih digirin gelekî kêm e. Yên heyî jî yan li gor partiya ku tê de cih digirin tevdigerin yan jî bi ferdî û tena serê xwe hewil didin ji pirsgirêkan re bibin çareserî. Di herdu rewşan de jî tiştekî ku jin qezenc bike li holê namîne.
Fam û têgîna ‘Beriya ez girêdayî partî û aliyekî bim, jinek im’, mixabin û sed mixabin di nava tevgerên jinan ên Başûrê Kurdistanê de gelekî kêm e. Bi awayekî bi nasnameya xwe ya jin jiyîn, guneh û şerm e. Nasnameya jinbûnê şerm û ya partîbûnê serbilindî ye! Ji bo wê jî partiya ku tê de cih digire li beranberî kîjan bûyerê xwedî çi helwestê be, ew jî neçar e wisa be. Wek mînak li Kobanê berxwedaneke mezin çêbû ku pêşengiya wê jinan kir. Di serî di gelek alî û partiyên Başûr hema dixwestin vê berxwedaniyê nebînin. Lê dema dîtin hemû cîhan behsa Kobanê dike, ji bo kêm nebin, bê dilê xwe jî be, gotin erê li Rojava şoreş heye. Xweziya beriya her kesî jinan destek bidana wê berxwedanê û xwedî lê derketana.
Mijareke din jî bûyera Ferînaz Xosrewanî ye ku her jina beşdarî çalakiyên şermezarkirina bûyera Ferînazê bibûya, diviya hesabê peywendiyên partiya xwe bi Îranê re bikira. Û mixabin gelek kesan ev hesab jî ji neçarî kirin û li hemberî vê bûyerê bêdeng man. Heta gelek partiyên ku ji bo tifaqa kurdan xira bikin çend mehê carekê çalak dibin, li hev civiyan û bûyera Mihabadê wek bûyereke provakatîf bi nav kirin. Îja bi ser de jî xwe wek nûnerên herçar parçeyên Kurdistanê dibînin ku pêwîst e gelê Rojhilat serî li rêbazên şîdetê nede. Û hema ev kesên ku ji bo wan jina herî baş jina mirî ye, ji bo reşkirina çalakiya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ)’ê çi ji destê wan tê dikin. Radibin û rûdinên dibêjin HPJ’ê di dema çalakiyê de leşkerek kurd kuştiye. Ev kesên ez behsa wan dikim peywendiya wan bi Îran û hebûna wan ya li Başûrê Kurdistanê hertim bi guman bûye û bi guman e jî. Pêşniyariya min ji wan re bila di serî di biçin çavkaniya gumanên li ser xwe zuwa bikin!
Li vî welatî ewqas diz û hîz hene ku nayên jimartin. Lê nayê famkirin ka çima yên li hemberî wan diz û hîza têdikoşin, tên cezakirin. Ez gotina xwe ya di serî de bi bîra we dixim, ger tevgerên jinan li Başûr ne girêdayî partî û hizban bûna niha belkî dengekî nerazîbûnê bilind bibûya. Û mijara dawî jî ew e ku di nava komisyona 21 kesî ya ji bo amadekirina Destûra herêma Kurdistanê de tenê 3 jin cihê xwe digirin. Ev hemû gelo ne sedemên wê ne ku jin li Başûrê Kurdistanê serî rakin. Ev Hikûmet bi axa û desthilatdarê xwe ve hespê xwe tenê li meydanê dibezîne û dixwaze jinan di nav toza hukmê xwe de bifetisîne. Tenê jin dikarin efsarê hespê serkêş bikşîne û vê çîrokê bi dawî bike.