Di 5’emîn Mîhrîcana Şanoyê de ya ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve hat organîzekirin, doh êvarê lîstika bi navê “Jinek Hişyar Dibe” tenê ji bo jinan hat pêşandan.

Mîhrîcana 5’emîn a Şanoyê ku ji aliyê Şanoya Bajêr a Amedê ve tê lidarxistin di roja 7’an de dewam dike. Di mîhrîcanê de doh êvarê lîstika bi navê “Bir Kadin Uyaniyor (Jinek Hişyar Dibe)” ji aliyê Koma Hunera pêşandanê ya Bogazîçiyê ve tenê ji bo jinan hat ser dikê û hola şanoyê jî tenê ji jinan re hat veqetandin. Sevîlay Saral senaryo nivîsiye û derhêneriya wê dike.

Ji kostuman heta bi muzîka vê lîstikê, ji afîşên wê heta bi ser-dika wê bi keda jinan hatine amadekirin ji çîroka jinekê hatiye girtin. Her wiha di lîstikê de hişyariya jinê û ji ber hişyarbûna wê zextên civakê yên li dijî jinê jî tên minaqaşekirin. 


AMED