Li Îranê, li bajar û navçeyên 25 eyaletan pêr û pitirpêr lehî rabûbû. Li Şîrazê 19 kes mirin û 119 kes jî birîndar bûn.
Ji ber barana zêde li eyaletên Gulistan, Xorasan, Mazenderan, Xûzistan, Gîlan, Şîraz û Loristanê lehî rabû. Ji nav 31 eyaletên Îranê lehî li 25 eyaletan rabû.
Sazî û dezgehên fermî yên Îranê derbarê xisarên lehiyê de heta niha daxuyaniyeke fermî nedane. Hate diyarkirin ku tenê li Şîrazê 19 kes mirine û 119 kes jî birîndar bûne. Hate ragihandin ku li Şîrazê 400 wesayît ketine ber lehiyê û li wê herêmê avê daye ser gelek malan.
Li gorî çavkaniyan ji ber lehiyê herî kêm 50 kes mirine û hejmara birîndaran jî ji 400’î zêdetir e.
Şaredar tohmetbar kirin
Serokê Dadgeha Şîraza ya Komara Îslamî ya Îranê, Alî Salihî diyar kir ku dema lehî rabûye, şaredar ne li Şîrazê bûye û ev tişt bêberpirsyariyeke mezin e. Alî Salîhî diyar kir ku beriya Newrozê ji bo tehlûkeya lehiyê hatiye hişyarkirin, lê tu tevdîr nehatine girtin.
Rewşa awarte hat ragihandin
Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê diyar kir ku ji ber karesata lehiyê, xisareke mezin çêbûye. Wezîrê tendirustiyê got, “Li bendavên Sadabad, Derbend û Derkayê tevdîr hatine stendin. Heke ava van bendavan zêde bibe wê li Tehranê karesatek pêk were. Li eyaletên Loristan, Xûzistan, Kohkîloye û Boyerahmedê rewşa awarte hate îlankirin.”
Waliyê Eyaleta Gulistanê Mîr Mihemed Geravî jî ji şêniyên bajarê Gemişanê xwest ku ji bajêr derkevin. Ji ber lehiyê li gelek bajar, navçe û gundan av û elektrîk qut bûye. Ji ber ku rê hatine girtin, hê ekîbên alîkariyê xwe negihandine gelek gundan. Di vê lehiyê de bi sedan mal hatine hilweşandin. Ka di lehiyê de li eyaletên din çend kes mirine yan jî birîndarbûne, daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
TEHRAN