Dêra dîrokî ya piştî zayînê di sedsala 6’an de hat avakirin û 1400 sal emr kirî, ji ber ku bê xwedî hatiye hiştin û nayê parastin, xera dibe. Dêra dîrokî Surp Kevork a li gundê Kulevank ê Xarpêtê, li dijî hemû êrîşên mirovan hebûna xwe diparêze. Dêra dîrokî ku bi salan ji bo xwendekaran malovanî kir, piştî komkujiya Ermeniyan a sala 1915’an, leşkerên Alayên Hamidiyeyê lê bi cih bûn.

Piştî ku leşker lê bi cih bûn ji aliyê leşkeran ve hate wêrankirin. Dêra ku hewşa wê tijî darên mêweyan e, sala 1983’yan bi awayekî fermî hat tescîlkirin û qaşo dewlet wê diparêze. 

Lê piştî salên 1990’î ji ber ku dêr bê xwedî hat hiştin, defînegeran gelek derî û kevirên dêrê yên dîrokî dizîn. Her wiha gelek kevir û lewhayên li ser dîwaran jî hatin rakirin û şikandin û gorên di nav hewşa dêrê de jî bi hinceta tê de zêr hene, defînegeran ew talan kirin. Gundiyan bi xwe diyar kir ku defînegeran bi dehan caran hewş û hundirê dêrê kolaye û dîwarên wê jî xera kirine. Gundiyan da zanîn ku heta salên 1990’î li ser dîwarên dêrê fîgurên xaç, hesp û sembolên cuda hebûn, lê hemû sembol hatine rakirin û dizîn. 

Dêra ku hezar û 400 sal emr kiriye, heta niha tenê rojekê di 22’yê Hezîrana 2016’an de bi şerîteke têlî hatiye parastin û piştî vê yekê dîsa bê xwedî hatiye hiştin. 


 DÎHABER / XARPÊT